Şêniyên Dêrikê 2 şehîd oxir kirin

Şêniyên Dêrikê şehîd Baran Çîçek û şehîd Emîne Demîrtaş li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Şêniyên Dêrikê 2 şehîd oxir kirin
5 gulan, 2021   11:30
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, Girkê Legê û gundewarên wan li pêşiya Nexwaşxaneya Şehîd Hogir kom bûn da ku beşdarî merasîma oxirkirina şervanê YPG`ê şehîd Ciwan Amed û şervana YPJ`ê şehîd Destan Ronî bibin.

Şehîd Baran Çîçek (Ciwan Amed) 3`yê Gulanê dema ku li ser erka xwe ya leşkerî bû, di encama qezayeke trafîkê de li bajarê Hesekê şehîd bûbû. Şehîd Emîne Demîrtaş (Destan Ronî) jî li bajarê Hesekê di encama nexweşiyê de 30'ê Nîsanê şehîd bûbû.

Piştî ku şêniyan cenazeyên her du şehîdan ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin, bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ketin.

Li goristanê, ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Avaşîn Efrîn wiha axivî: “Em serî ji dagirkeran re natewînin û dev ji şopandina rêya şehîdan bernadin.”

Endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Cûdî axivî û diyar kir ku şehîdan ji mirinê jiyan afirand û got: “Ev rastiya şehîdan e. Em deyndarê fedakariyên wan şehîdan in ku di oxira parastina tevahî mirovahiyê de destanên qehremaniyê nivîsandin.”

Piştî axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê kirin. Cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RxlrgKtQA8Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>