Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ya beşî 10 rojên din dirêj kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya beşî ya li hemû herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 10 rojên din dirêj kir. Qedexeya beşî ji roja înê ve dest pê dike.

Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ya beşî 10 rojên din dirêj kir
5 gulan, 2021   11:49
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameya bi hejmar 117’an derxist. Li gorî biryarê qedexeya beşî 10 rojên din dewam dike. Qedexe ji saet 19:00`an heta 07:00`an dewam dike.

Di biryarnameyê de wiha wiha tê gotin:

“Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) û li gorî pêwîstiya berjewendiya giştî, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar dan:

1. Qedexeya derketinê ya beşî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 10 rojên din tê dirêjkirin. Qedexeya ji 7`ê Gulana 2021`an û heta 16`ê Gulana 2021`an dewam dike û ji saet 19:00`an heta 07:00`an dewam dike.

2. Hemû dergehên sînor ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê tên girtin. Ev yek ji bo rewşên mirovî, nexweş, şagirt û tevgera bazirganiyê ne derbasdar e.

3. Hemû cureyên kombûnan (şahî, konên sersaxiyê, civîn, nimêja li cihên olî, hemû kombûnên din) di dirêjahiya dema qedexeyê de tên qedexekirin.

4. Hemû dibistan, zanîngeh, peymangeh û baxçeyên zarokan tên girtin.

5. Hemû qehwexane û sûk tên girtin, xwaringeh jî tenê daxwazên ji derve dabîn dikin.

6. Divê hemû welatî pîvanên xweparastinê û dûrbûna civakî pêk bînin û maskên tenduristiyê li xwe bikin.

7. Ev biryar ji bo hemû kesên berpirsyar, derbasdar in.”

(cx)