Meclisa Jinan darizandina siyasetmedar û endamên HDP'ê şermezar kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê darizandina siyasetmedar û endamên HDP'ê ji aliyê hikumeta Tirk ve, şermezar kir û got ev dadgeh ne qanûnî ye û têkiliyên hikumeta Tirk û DAIŞ`ê nîşan dide.

Meclisa Jinan darizandina siyasetmedar û endamên HDP'ê şermezar kir
5 gulan, 2021   10:59
NAVENDA NÇEYAN

Hikumeta Tirkiyê di 26'ê Nîsanê de 108 siyasetmedar û endamên HDP'ê ji ber piştgiriya berxwedana Kobanê di dema bûyerên Cotmeha 2014'an de, darizandin.

Di vê derbarê de, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dadgeheke Tirkiyê dest bi darizandina 108 siyasetmedar û endamên HDP'ê kir ku her du hevserokên berê yên HDP'ê jî di nav de bûn. Ev kiryarên Tirkiyê siyaseta çewisandinê ya AKP'ê ya li dijî muxalîfan nîşan dide. Ev dadgehkirin piştî xwepêşandanên siyasetmedaran ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê li dijî êrişên DAIŞ'ê di 2014'an de, pêk hat.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bajarê Kobanê bû sembola berxwedanê û piştgiriya navneteweyî girt û wiha berdewam kir: “Her wiha destpêka piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ji herêmê re bû. Ev dadgeh di heman demê de nîşaneya girêdana xurt a hikumeta Tirk û DAIŞ`ê ye ku wekî tolhildana têkçûna DAIŞ`ê pêk tê. Ev wekî dadgehkirina hemû kesên ji hundirê Tirkiyê, welatên herêmî û ji seranserê cîhanê piştgirî dane berxwedana Kobanê, tê hesibandin.

Ev dadgeh bi hemû aliyên xwe ne qanûnî ye û nîşan dide ku hikuemta AKP`ê hewl dide ku hemû rêxistin û tevgerên demokratîk ku dibe di pêşerojê de bibin jê re bibin altirnatîf, tune bike. Nexasim piştî serkeftina HDP`ê di hilbijartinên salên berê de. Ew serkeftin bi saya projeya demokraîtk a HDP`ê pêk hat ku kilîta çareserkirina doza kurdî û dozên li Tirkiyê tê hesibandin. “

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de darizandina siyasetmedar û endamên HDP`ê, her wiha çewisandin û binçavkirina jinan ji aliyê hikumeta AKP`ê ve, şermezar kirin.

Her wiha bang li hemû hêzên cîhanê yên li dijî DAIŞ`ê sekinîne, kir ku îro jî li hemberî hikumeta Tirk bisekinin. Bang li civaka navneteweyî jî hate kirin ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re deyne.

(dx, cx)

ANHA