'Xeteriyeke rasteqîn a dewleta Tirk  li ser dewletên ereban heye‘

Hamo Moskvian diyar kir xeteriyeke rasteqîn a dewleta Tirk li ser herêmê û dewletên ereban heye, divê dewletên ereban li hemberî vê xeteriyê yekitiya xwe ava bike. Moskvian got, armanca dewleta Tirk ji êrişên dawî, Başûrê Kurdistanê tev li xwe bike.

'Xeteriyeke rasteqîn a dewleta Tirk  li ser dewletên ereban heye‘
4 gulan, 2021   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê ku parçeyek ji xaka Iraqê ye, 21 siyasetmedar û rewşenbîrên Ereb ji Misir, Iraq, Yemen, Filistîn, Lîbya û Lubnanê di 3`yê Gulanêde daxuyaniyek hevbeş da, tê de banga lidarxistina civîneke awarte li Komkara Ereban kir.

Çalakvanê siyasî yê lubnanî Hamo Moskvian ku di nav de bû ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku armanca sereke ya daxuyaniyê ew e ku ji welatên erebî bixwaze ku li dijî dewleta Tirk a dagirker a ku gefê li ewlekariya welatên herêmê, nemaze welatên erebî dixwe, bisekinin.

 ‘DEWLETA TIRK JI ALIYÊ RÊVEBERIYEKE NEXWEŞ VE TÊ BIRÊVEBIRIN‘

Hamo Moskvian wiha axivî: "Mixabin dewleta Tirk ji aliyê rêveberiyeke nexweş ve tê birêvebirin. Nabîne ku em di sedsala 21`an de dijîn, dikare bi rêya kom û rêveberiyên radîkal bi taybet Îxwan El-Muslimîn û yên xwedî zihniyeta DAIŞ`î tenê dewletên Ereban bixe bin serweriya xwe, di heman demê de dewletên Asiya Navîn û Uygur jî bixe bin serweriya xwe. Armanca wê ku dewletekê bi cilên îslamî û rengî osmanî tirkî ava bike."

Hamo Moskvian got, Erdogan ê ku îdiya parastina ewlehiya Tirkiyê dike ne tirkî ye, lê belê gurcî ye, mîna serokên beriya xwe yê ên Tirkiyê bi rêve birine, xwe kiriye tirk, ji ber vê wê jî sûcên herî qirêj li dijî pêkhateyên herêmê pêk tîne.

Têkildarî armanên dewleta Tirk a dagirker, Moskvian destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze dest deyne ser berhemên dewletên ereban û wiha domand: "Hin hêzên rojavayî û herêmî weke Rûsya û Amerîka dewleta Tirk ji bo gefxwarin û tirsandina dewlet û gelê Ereb bikar anîn, da ku planên xwe bi rêya Erdogan ku niha ji bin serweriya derketiye, pêk bînin." Her wiha Moskvian diyar kir ku hin aliyên navneteweyî û herêmî mîna Qeter, Azerbeyanê û hin dewletên Asya Navîn destekê didin Erdogan.

 ‘PLANEKE TIRKÎ JI BO DAGIRKIRINA HERÊMÊN DIN HEYE‘

Moskvian got, Erdogan ê ku rêzê nade qabûn û pîvanên navneteweyî plan dike ku herêmên din li Rojhilata Navîn dagir bike û îdia dike ku ew herêm parçeyek ji dewleta Osmanî ne û wiha dom da axaftina xwe: "Ji ber wê jî Erdogan bêrûmetî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê kir û niha jî bi awayekî yekser destwerdana Lîbyayê dike."

Ji ber hevkariya hin dewletên erebî mîna Qeterê û kesatyên ku kesayetên bi "DAIŞ'î" hatin wesifandin, bi Erdogan re di dagirkirina deverên derdorê re, Hamo Moskvian xemgîniya xwe anî ziman.

Moskvian bi bîr xist ku di nava çend salên borî de dewleta Tirk a dagirker sûcên herî qirêj li dijî gelên herêmê ji Ermen, Suryan, Ereb, Kurd û Êzidî li Tirkiyê, Sûriyê, Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk anîn û dewletên Ewropî li beramberî vê yekê bêdeng in.

Hamo Moskvian diyar kir ku dewletên ereban der barê komkujî binpêkirinên ku dewleta Tirk bêdeng in, dewleta tekane ku li hember Tirkiyê sekinî Misir bû û ev tişt anî ziman: "Ji ber wê jî Erdogan her demekî radighîne ku ew ê têkiliyên xwe yên aborî bi Misrê re xurt bike."

Moskvian behsa helwesta Erebistana Siûdî ji siyasetên dewleta Tirk ên li herêmê kir û diyar kir ku dewleta Tirk kuştina rojnamevanê DAIŞ`î Cemal Xaşiqcî bi kar anî da ku zextê li Erebistana Siûdî bike û bandore li helwesta wê bike.

‘XETERIYEKE RASTEQÎN A TIRKIY LI SER EREBAN HEYE‘

Hamo Moskvian destnîşan kir ku xeteriyeke rasteqîn a dewleta Tirk li dijî herêmê û dewletên ereban heye û wiha pê de çû: "Tişta ku niha ji dewletên ereban tê xwestin ew e ku yekitiya xwe ava bikin, da ku kiryar û siyasetên tirkirinê ku dewleta Tirk li gelek deverên Sûriyê û Iraqê, mîna Ezaz, Cerablus û Efrînê pêk tîne, bi dawî bikin. Armanc ji êrişên dawî yên li dijî Başûr ew e ku herêma Kurdistanê tev li Tirkiyê bike."

Di dawiyê de Hamo Moskvian îşaret bi girîngiya yekitiya dewletên ereban kir û got: "Ne dûr e ku Erdogan beşdarî bûyerên darbeyan di nava dewletên Ereban de bibe da ku sîstema serokatiya wê derbe bike."

(bx)

ANHA