SOHR: Di êrişên Îsraîlê yên li Sûriyê de sivîlek hat kuştin û 19 kes birîndar bûn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî gundewarên Hema û Lazîqiyê de, sivîlek hatiye kuştin û 19 kes jî birîndar bûne.

SOHR: Di êrişên Îsraîlê yên li Sûriyê de sivîlek hat kuştin û 19 kes birîndar bûn
5 gulan, 2021   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şeva din artêşa Îsraîlê nuqteyên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên Îranê yên li gundewarên Lazîqiyê û Hemayê, bombebaran kirin.

Êrişên Îsraîlê li dijî depoyên çek û cebilxaneyê yên li çiya û daristanên herêma Dêr Şimêl a rojavayê Hemayê li ser sînorên îdarî yên bi Lazîqiyê re, her wiha dijî navendên leşkerî û depoyên çek û cebilxaneyê yên li başûrê El-Hefe ya li Lazîqiyê, pêk hatin. Di encama wan êrişan de 14 kes birîndar bûn û gelek depo hatin rûxandin.

Li gorî SOHR`ê, di êrişan de her wiha sivîlek hatiye kuştin û zêdetirî 5 sivîlan û di nav de jinek û 3 zarok birîndar bûne. Her wiha avahiyek li Ras Şemra û Ras El-Eyn ên li gundewarên Lazîqiyê, hatine rûxandin.

SOHR'ê di 22'yê Nîsanê de destnîşan kiribû ku di bombebarana Îsraîlê ya li dijî baregeheke parastina hewayî ya li devera El-Dimêr a rojhilatê Şamê de efserekî hêzên hikumeta Şamê hatiye kuştin û 3 leşkerên din bi giranî birîndar bûne.

(dx)