Çeteyan li gundekî Girê Spî gelek sivîl revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hejmarek sivîlên ji gundê Hemam Tirkmen ê kantona Girê Spî ya dagirkirî, revandin.

Çeteyan li gundekî Girê Spî gelek sivîl revandin
5 gulan, 2021   09:57
 EYN ÎSA

Çavkaniyan ji ANHA`yê re diyar kir ku duh çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hemam Tirkmen ê girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî hejmarek sivîl revandin ku di nav de jin jî hene.

Navên hin kesên revandî wiha ne: Mihemed El-Keraz ê ji eşîra El-Bo Xalid, Cîhad El-Berho û 2 birayên wî yên ji eşîra El-Bacêrat, Ehmed Ubêd El-Hemdan û jinên bi navên Site El-Dewan û Necah El-Ebid.

Bûyerên revandina sivîlên kantona Girê Spî bi armanca şantajê û guhertina demografiyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, dewam dikin. Ew yek li gel bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî sûcên dagirkeran ên li dijî şêniyên wan herêman pêk tê.

(cx)

ANHA