Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 44 kesên din bi korona ketin

Desteya Tenduristiyê a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 44 kesên din bi korona ketin û 7 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 44 kesên din bi korona ketin
5 gulan, 2021   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji Qamişlo, Girkê Legê û Dêrazorê ne.

Mistefa diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 44 kesên din bi korona ketin, ji wan 17 mêr in û 27 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 14

Qamişlo: 1

Dêrik: 2

Çilaxa: 1

Reqa: 23

Kampa Roj: 3

Mistefa da zanîn ku 6 kes jî baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên korona tevî van, gihaşt 16 hezar û 319 kesan, ji wan 636 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 673 kes jî baş bûne.

ANHA