​​​​​​​YPG: Em rêhevalên xwe Destan, Ciwan û Şervan bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîsîkî nasnameya şervaneke YPJ`ê û 2 şervanên YPG`ê ku di encama nexweşiyê û qezayên trafîkê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

​​​​​​​YPG: Em rêhevalên xwe Destan, Ciwan û Şervan bi rêzdarî bi bîr tînin
5 gulan, 2021   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya YPG`ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Rêhevala me Destan Ronî roja 30`ê Nîsanê di encama nexweşiyê de şehîd bû.

Rêheval Destan di nav malbatek welatparêz de bi hestên welatparêziyê mezin bû. Bi çanda welatparêziyê kesayeta xwe ava kir û ji bo ku li hember paşverûtî û dagirkeriyê têbikoşe tev li refên YPJ`ê bû. Rêheval Destan di kesayeta xwe de xeta azadiya jinê esas girt û heta kêliya dawî jî di vê xetê de erk û berpirsiyartiyên xwe bi biryardariyek mezin bi cîh anî.

Rêhevalên me Ciwan Amed û Şervan Hesekê roja 3`ê Gulanê li bajarê Hesekê di encama qezaya trafîkê de şehîd bûn.

Hevrê Ciwan di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di dema ku têkoşîna azadiyê li Rojava û Bakurê Sûriyê pêş diket û mezin dibû, tev li refên şoreşê bû. Hevrê Ciwan ku bi taybetmendiyên xwe yên wêrek, kedkar û fedakar tê nasîn di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast û bi vê sekna xwe ve, her tim ji bo rêhevalên xwe bû çavkaniya hêz û baweriyê.

Hevrê Şervan, li bajarê Hesekê di malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Bi bandorbûna têkoşîna me ya li dijî dagirkerî û paşverûtiyê tevlî refên şoreşê bû. Hevrê Şervan, erk û berpirsiyariyên xwe heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi azweriyeke mezin bi cîh anî.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Destan Ronî

Nav û Paşnav: Emîne Demirtaş

Navê Dayikê: Surye

Navê Bav: Fahrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 30`ê Nîsanê 2021

Nasnav: Ciwan Amed

Nav û Paşnav: Baran Çîçek

Navê Dayikê: Afîfe

Navê Bav: Mîrzedîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 3`ê Gulanê 2021

 

Nasnav: Şervan Hesekê

Nav û Paşnav: Ehmed Seîd

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Silêman

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 3`ê Gulanê 2021

Em di şexsê her sê hevalên xwe yên şehîd de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

(cx)