Îsraîlê herêma beravên Sûriyê bombebaran kir; kuştî û birîndar çêbûn

Ji ber êrişên dijwar ên Îsraîlê li dijî herêma beravên Sûriyê, teqînên mezin rû dan. Di encamê de sivîlek hat kuştin û 6 sivîl birîndar bûn.

Îsraîlê herêma beravên Sûriyê bombebaran kir; kuştî û birîndar çêbûn
5 gulan, 2021   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa ‘SANA’ ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku sîstema parastina hewayî ya artêşa Sûriyê vê berbangê bersiva êrişên Îsraîlê yên ji aliyê başûrê rojavayê Lazîqiyê ve li dijî li hin nuqteyên li herêma beravên Sûriyê da û hin moşekên Îsraîlê xistin xwarê.

SANA`yê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên leşkerî wiha got: "Di encama êrişên Îsraîlê de sivîlek hat kuştin û 6 sivîlên din di nav de zarokek û dayika wî birîndar bûn. Her wiha hin ziyanên madî çêbûn û di nav de kargeheke çêkirina madeyên plastîk hate rûxandin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Îsraîlê di dawiya Nîsana sala borî de li dijî herêma El-Dimêr a Şamê êriş pêk anîbû û di encamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûnbûn û zirarên madî pêk haitbûn.

(dx)