​​​​​​​Gerîlayan li Metîna 2 dagirker ceza kirin

Gerîlayan li dijî leşkerên Tirk ên ku hewl didan li Girê Zendûra yê li herêma Metîna bikevin çeperê çalakiyek pêk anîn. Di encamê de 2 dagirker hatin kuştin.

​​​​​​​Gerîlayan li Metîna 2 dagirker ceza kirin
5 gulan, 2021   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, komek ji leşkerên dagirker ên hewl didan li Girê Zendûrayê bi cih bibin, bû armanca gerîlayan.

Çalakî duh êvarê di saet 19:00 de pêk hat. Hate ragihandin ku 2 dagirker hatine cezakirin û gelek jî birîndar bûne.