Rojnameyên erebî: Wê hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Lîbyayê bidome

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rewşa Lîbya, danûstandinên diyarkirina sînorê di navbera Îsraîl û Lubnanê de û rewşa Yemenê kir.

Rojnameyên erebî: Wê hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Lîbyayê bidome
5 gulan, 2021   06:53
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘TIKRIYE LI SER HEBÛNA XWE YA LEŞKERÎ LI LÎBYAYÊ: EM VENAKIŞIN’

Rojnameya El-Ereb behsa vekişîna çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê kir û got: “Wezîrê berevaniyê yê Tirk Hûlûsî Akar li ser vekişandina leşkerên Tirk û çeteyên sûrî ji Lîbyayê, teqez kir ku ew ê ji bo parastina berjewendiyên xwe li Lîbya û berjewendiyên gelê Lîbya, li wir bimînin.

Daxuyaniyên Akar piştrast dikin ku kî li Lîbya serwer be jî, dê hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbya wekî berê bimîne.

Beirya daxuyaniya Akar, wezîrê karên derve Mewlûd Çawûşoglu tevî hempîşeya xwe ya Lîbya Neclaa El-Menqûş li paytexta Lîbya Terabilusê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Çawûşoglu di civîna çapemeniyê de li ser daxwaza Neclaa El-Menqûş ya hevkariya ji bo bidawîkirina hebûna hêzên biyanî li Lîbyayê, bi pozbilindî bersiv dabû û wê yekê hejmareke mezin ji welatiyên Lîbyayê ku li benda derketina hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê ne, bi hêrs kiribû.

Parlamanter Cibirîl Ewhîde diyar kir ku tiştê di civîna çapemeniyê ya her de wezîrên karê derve yên Lîbya û Tirkiyê de pêk hatiye, bi zelalî nîşan dide ku dê hebûna Tirkiyê li Lîbya dewam bike.”

‘GERA 5`AN A DANÛSTANDINÊN ÎSRAÎL-LUBNANÊ JI YÊN BERÊ NERMTIR BÛ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî kar û barên Lubnanê wiha nivîsî: “Gera nû ya danûstandinên ne yekeser di navbera Lubnanê û Îsraîlê de yên ji bo diyarkirina sînorê deryayî ji rûniştinên berê zêdetir bû. Duh gelek rûniştin li pey hev hatin lidarxistin. Agahiyên ku beriya destpêkirina gera nû ya danûstandinan hatine, diyar kirin ku piştî destwerdana Amerîkayê helwesta her du aliyan nerm bûne.

Duh bi navbeynkariya Amerîkayê û bi sponseriya NY`yî gera 5`an a danûstandinan li herêma El-Narûa ya li başûr rojavayê Lubnanê, hat lidarxistin.”

 ‘HÛSÎ BIJARKA ŞER DIPEJIRÎNIN Û TEVGERÊN GIHAŞTINA ÇARESERIYEKE GIŞTÎ ASTENG DIKIN’

Rojnameya El-Beyan jî behsa rewşa Yemenê kir û têkildarî wê wiha nivîsî: “Mîlîsên Hûsiyan daxwaza civaka navneteweyî ya rawestandina şerê li Meiribê red kirin û destnîşan kir ku navbeynkar daxwazêln wê yên rakirina çavdêriyê li ser qaçaxkirina çekan ji bo herêmên serwriya Hûsiyan, red dikin. Mîlîsan bijarka şer pejirand û li hemberî hewldanên nûnerê NY`yî yê ji bo Yemenê Martin Griffiths û nûnerê Amerîkî  Tim Lenderking yên bi armanca gihaştina peymaneke giştî ji bo rawestandina şer, sekinîn.”

(cx)