Li dijî navenda Eyn Esed a li Enbarê êrişa bi muşekan

Bi du muşekan êrişê li ser navenda leşkerî ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê hate kirin.

Li dijî navenda Eyn Esed a li Enbarê êrişa bi muşekan
4 gulan, 2021   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek ewlehiyê ji çapemeniya Iraqê re ragihand, îro bi du muşekên cûrê katuşa êrişê navenda leşkerî ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê hate kirin.

Li gorî şaneya şer a Iraqê, di êrişê de tu ziyan çênebûye.

Di nava 3 rojên dawî de êrişên wiha pêk tên. Roja Yekşem û Duşemê, bi muşekan êrişî balafirxaneya Bexda ku leşkerên Amerîka lê bûn û navendeke din a dikeve bakurê paytextê hatin kirin.