​​​​​​​HPC'ê ya Qamişloyê piştgiriya xwe ji Pêngava Bazên Zagrosê re nîşan da

Endamên HPC'ê yên bajarê Qamişloyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şeremzar kirin û piştgiriya xwe ji pêngava Bazên Zagrosê re nîşan da.

​​​​​​​HPC'ê ya Qamişloyê piştgiriya xwe ji Pêngava Bazên Zagrosê re nîşan da
​​​​​​​HPC'ê ya Qamişloyê piştgiriya xwe ji Pêngava Bazên Zagrosê re nîşan da
​​​​​​​HPC'ê ya Qamişloyê piştgiriya xwe ji Pêngava Bazên Zagrosê re nîşan da
​​​​​​​HPC'ê ya Qamişloyê piştgiriya xwe ji Pêngava Bazên Zagrosê re nîşan da
​​​​​​​HPC'ê ya Qamişloyê piştgiriya xwe ji Pêngava Bazên Zagrosê re nîşan da
​​​​​​​HPC'ê ya Qamişloyê piştgiriya xwe ji Pêngava Bazên Zagrosê re nîşan da
​​​​​​​HPC'ê ya Qamişloyê piştgiriya xwe ji Pêngava Bazên Zagrosê re nîşan da
4 gulan, 2021   16:33
QAMIŞLO

Bi dehan endanên Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Qamişlo ji pêşiya çerxêriya Xelîlc a bajar dest bi meşê kir. Endamên HPC'ê alên HPC û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla berz kir.

Meş li çerxerêya Wehda veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin. Ji rêveberên HPC'ê Nebîl Îsamîl axivî, kiryarên Erdogan ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û qutkirina avê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kirin û got: "Erodgan û hevkarên wê yên Îxwan El-Muslimîn vî gelî diçewisîne."

Îsmaîl diyar kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ne girêdayî PKK'ê, lê belê gelê Kurd dike hedef. Her wiha destnîşan kir ku ev yek di daxuyaniyên siyasetmedarê Kurd Silêman Dermilî de diyar dibe ku gotibû, heger koneke kurdî li Afrîkyayê were dîtin dê lê bidin.

Nebîl Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî hêz û aliyên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin, nakokiyan deynin aliyekî û li maseya diyalogan vegerin.

Ji rêveberên HPC'ê Zerdeşt Mûsa jî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got, şêniyên bajarê Qamişlo bi hemû gelên xwe yên azadîxwaz piştgiriya xwe ji rêber Abdullah Ocalan û gerîlayan re radighînin.

Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên silavkirina pêngava Bazên Zagrosê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1-YZgmj3BBg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>