Yekîneya Avê ya Tebqayê ava vexwarinê li şêniyan belav dike û hişyarî da

Yekîneya Avê ya Tebqayê belavkirina ava vexwarinê li şêniyên ku ji ber derketina gelek pompên avê ji xizmetê û kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê bê av mane, didomîne.

Yekîneya Avê ya Tebqayê ava vexwarinê li şêniyan belav dike û hişyarî da
4 gulan, 2021   13:29
TEBQA

Piştî ku hemû pompên ava vexwarinê yên Tebqa û gundewarên ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê ji xizmetê derketin, Yekîneya Avê ya Tebqayê bi hevkariya Şaredariya Gel û focê agirkujiyê weke çareseriyeke demkî  ava vexwarinê li şêniyên gundewarên ku bi temamî ava vexwarinê ji ser wan qut bûye, belav dike.

Tax û gundên ku av bi temamî ji ser wan qut bûye ev in: taxa Ayid, gundên El-Kirîn, El-Bû Asî yên rojava Tebaqayê û gundê El-Mehmûdlî, Caber û El-Hûra yên başûrê Tebqayê.

Şaredariya Gel a Tebqayê 4 sarîc û du erebeyên agirkujiyê eyar kiriye da ku di nava 24 saetan de û li gorî derfetên heyî, avê li şêniyan belav bike.

Li gorî Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd El-Şêx , Yekîneya Avê ya Tebqayê pompeyan datîne û beriya 4 rojan danîna 4 pompeyan bidawî kir, her wiha ji bo dayîna pompeyên din dixebite û dê di nava çend rojan de bidawî bibe.

Hemûd E-Şêx diyar kir ku belavkirina avê bi rêya sarîcan tê kirin û dê heta bidawîkirina dayîna pompeyan dewam bike . Her wiha teqez kir ku hemû çareserî yên awarte bûn, heger kêmkirina rêjeya avê dewam bike dê hemû pomeyên avdanê ji xizmetê derkevin. El-Şêxî herî dawî hişyarî ji ber tîbûna bi hezeran şênî, da.

(bx)

ANHA