`Em ê bi alîkarîdayîna we hêviyê bikin insiyatîf û xebat`

Heyva Sor a Kurd di 27`ê Nîsana borî de bi dirûşmeya "Em ê bi alîkarîdayîna we hêviyê bikin insiyatîf û xebat" dest bi însiyatîfa komkirina zekata fitrên meha Remezanê kiribû.

`Em ê bi alîkarîdayîna we hêviyê bikin insiyatîf û xebat`
4 gulan, 2021   13:21
QAMIŞLO

Sedoqa komkirina fitreyan li pêşiya navendên Heyva Sor a Kurd li Minbic, Kobanê, Reqa, Tebqa, Hesekê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê hatibûn dayîn.

Têkildarî mijarê endamê rêveberiya Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa got armanca însiyatîfê ew e ku debara hejmareke mezin ji malbên hewcedar bike û destnîşan kir ku beşek ji fitreyan dê pê derman û pêwîstiyên tenduristî ji nexweşên vîrusa Korona re bê kirîn.

Der barê mekanîzmeya belavkirinê de Dilgeş Îsa wiha axivî: "Saziyên civaka sivîl navên malbatên hewcedar amade kirine û tê payîn ku nêzî 4 hezar para xwarinê li wan were belavkirin. Ev yek li gorî pereyên ku di însiyatîfê de were komkirin."

Dilgeş Îsa di dawiyê de got, hêvîdar in ku xêrxwaz alîkariya wan bikin da ku karibin destekê bidin malbatên hewcedar.

Tê payîn ku însiyatîf heta dawiya meha Remezanê dewam bike û paşê were belavkirin.

(bx)

ANHA