Çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê careke din êrişî hêzên hikumetê kirin

Li çolistana Dêrazorê di kemîna çeteyên DAIŞ`ê de li dijî hêzên hikumeta Şamê de gelek kuştî û birîndar hene.

Çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê careke din êrişî hêzên hikumetê kirin
4 gulan, 2021   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ`ê di çend saetên borî de kemînek ji wesayîtên leşkerî yên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê re danî û êriş pêk anîn.

Wesayîtên leşkerên hikumeta Şamê û alîgirên wê dema ku ji stasyona petrolê ya El-Kem a li çolistana rojhilatê Dêrazorê derketin, ket kemînê.

Di encamê de 2 çekdarên alîgirên hikumeta Şamê hatin kuştin û gelek din jî birîndar bûn. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) rewşa gelek birîndaran xeter e.

SOHR`ê ragihand ku duh bi şev di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê ya li gundewarê Tedmurê (Palmîra) li çolistana rojhilatê Himsê de 4 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hatine kutşin û herî kêm 8 din jî birîndar bûne.

Li gorî SOHR`ê ji dema di navbera 24`ê Adara 2019`an û heta roja me ya îro de hejmara kuştiyên her du aliyan gihaşt hezar û 408 kuştiyên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê yên sûrî û yên biyanî di nav de herî kêm 2 leşkerên Rûsyayê hene. Her wiha 149 endamên alîgirên Îranê yên ne sûrî. Hemû di êriş, kemîn û teqînên DAIŞ`ê de yên li rojavayê Firatê, çolistana Dêrazorê, Reqa, Hims, Siweydayê, Hema û Helebê hatine kuştin.

SOHR`ê da zanîn ku di wan êrişan de 2 sivîlên ku di nava zeviyên gazê de kar dikirin, bi dehan şivan û sivîlên din ku di nav de jin û zarok hene, hatin kuştin û 936 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

(şx)