​​​​​​​Balafirên Rûsya çolistana Sûriyê bi dijwarî bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî herêmên bicihbûna çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê, êriş pêk anîn. Li gorî agahiyan di êrişan de, çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

​​​​​​​Balafirên Rûsya çolistana Sûriyê bi dijwarî bombebaran kirin
4 gulan, 2021   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), vê sibehê balafirên şer ên Rûsyayê li dijî herêmên bicihbûna çeteyên DAIŞ`ê li gundewarê rojhilatê Hemayê û li ser sînorê îdarî di navbera Hema û Reqayê de, êriş pêk anîne. Li gorî agahiyên piştrastkirî, di êrişan de çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Piştî sewqiyetên mezin ku di saetên borî de gihaştin herêmê, tê payîn ku opreasyona ewlehiyê ya nû ya hêzên hikumeta Şamê tevî Rûsyayê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Reqayê û Hemayê dest pê bike.

 (cx)