Parêzerên rêber Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
4 gulan, 2021   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Raziye Ozturk ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta 'nexşerêya' ku rêber Abdullah Ocalan sala 2019'an ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê weke parêzname amade kir, di 23'ê Îlona 2020'î de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû. Tevî ku ev qedexe di 23'ê Adarê de bi dawî bû ji bo serlêdanên parêzeran bersiv nayê dayin.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîrnê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin.