Hêzên hikumeta Şamê careke din "herêmên bêçek" topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê gelek bajarok ên li gundewarê Idlib û Hemayê kirin armanc. Di heman çarçoveyê de hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li eniyên Idlib û Helebê bi hev ketin.

Hêzên hikumeta Şamê careke din "herêmên bêçek" topbaran kir
4 gulan, 2021   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê careke din "herêma bêçek" topbaran kir. Duh piştî nîvê şevê eniyên Qestûn, Zeyzon û Ziyadiyê yên gundewarê rojavayê Hemayê, her wiha herêmên din li çiyayê Zawiyê yên gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran li eniyên şer ên başûrê Idlibê, eniya Mêzinar-Kefernoran a rojavayê Helebê bi hev ketin.

(dx)