Ezab El-Ebûd: Pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyê bi dawî dike

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Ebûd got ji ber hişmendiya hikumeta Şamê, Sûriyê bi şer re rû bi rû ma û  piştrast kir ku pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser rêgeha herî baş a çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Ezab El-Ebûd: Pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyê bi dawî dike
4 gulan, 2021   06:50
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Parastina hikumeta Şamê ya ji hişmendiya xwe ya berê re, hişt ku Sûriyê bi aloziyeke mezin û  şer re rû bi rû bimîne.

ꞌHIŞMENDIYA HIKUMETA ŞAMÊ ALOZÎ KÛRTIR KIRꞌ

Der barê vê mijarê de, Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Ebûd ji ANHA`yê re axivî û got: "Hişmendiya hikumeta Şamê hişt ku pêlên terorîst û tundraw derkevin û sûdê ji aloziya ku çêbûye werbigirin. Bê guman van rêxistinan bandor li muxaleftê kir û di encamê de bû sedem ku rêgeha rageşiyê aloztir bibe û hewldanên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê asteng bibin."

Ezab El-Ebûd ev xal li gotina xwe zêde kirin: "Ji ber şerê li Sûriyê, hişt ku bi milyonan sivîl koçber bibin û bi hezaran birîndar bibin, bi hezar qurbanî çêbibin, binesazî, bajar, hîmên fikirî û civakî yên ku pêkhateyan bi hev ve girê didin, wêran bibin."

Ezab El-Ebûd destnîşan kir ku van xalan hişt rewşa aborî ku tenê gelê Sûriyê zehmetiya wê kişand, aloztir bibe.

Ezab El-Ebûd got hikumeta Şamê dixwaze bi hişmendiyeke şovînî, hişmendiya yek partî vegera beriya 2011’an.

Ezab El-Ebûd wiha domand: "Hikumeta Şamê pê ne bawer e ku gelê Sûriyê bendê tirsê şikand û qebûl nake ku vegera wek berê. Ev hişmendî xwedî roleke mezin bû ku nehişt diyaloga di navbera hêzên siyasî, pêkhate, hikumetê û Rêveberiya Xweser de pêş bikeve."

ꞌÇARESERIYA ALOZIYA SÛRIYÊ DI DIYALOGA SÛRÎ-SÛRÎ DE YEꞌ

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê got: "Diviyabû xeta sêyem an jî rêgeheke nû ji çaresriya aloziyê heba, ku ew jî rêgeha aştiyê ya diyaloga sûrî-sûrî ya di navbera pêkate û tevahiya hêzên siyasî de ye. Dûrî perspektîf û destwerdanên ji derve ye, lê mixabin em her tim dibînin ku hikumeta Şamê hewl dide temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bike."

Ezab El-Ebûd di berdewama gotina xwe de ev nirxandin kir: "Ev jî bi rêya redkirina diyalogan, girtina deriyên diyalogan û hewldana têkbirina projeyên demokratîk ên ku xizmeta gelê Sûriyê dike, pêk tîne û bi vê yekê tevahiya rêbaz û wesîleyan dide meşandin. Wekî provokatorkirina ku bi rêya hewl dide fitineyê navbera pêkhateyan de derxe. Mînaka wê jî bûyera li bajarê Qamişloyê qewimiye ku şer di navbera çeteyên Dîfaa El-Wetenî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û aloziya li Dêrazorê de derket. Armanc jê jî têkbirina tecrûbeya ber bi çareserkirina krîzê ve ye."

ꞌDIVÊ PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER LI TEVAHIYA ERDNÎGARIYA SÛRIYÊ PÊK WEREꞌ

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Ebûd destnîşan kir ku serkeftina tecrûbeya Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi destxistina destkeftiyên mezin di şerê li hember terorê û berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk û hegamoniya cîhanê, bû hêviya tevahî gelê Sûriyê.

Ezab El-Ebûd bal kişand  ser girîngiya pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser a li tevahiya erdnîgariya Sûriyê û ev nirxand kir: "Divê projeya Rêveberiya Xweser bi rêya daxwaza ji civaka navneteweyî û zextek li ser aliyên Sûriyê yên bi nakok were kirin da ku biryara Cinêvê ya 2254 bipejirînin, pêk were."

Ezab El-Ebûd destnîşan kir ku divê gelê Sûriyê li ser destûrekî nû li hev bike û ev şîrove kir: "Divê gelê Sûriyê li ser destûrekî nû li hev bike. Ji ber xwestekên gelê Sûriyê yên demokratîk û edaletê pêk tîne û xwe dispêre mîsaqên demokratîk û mafên mirovan. Dewleta hemwelatîbûnê ava dike ku tê de tevahî welatî li hember qanûnên di maf û erkdan de yek e."

Ezab El-Ebûd wiha gotina xwe berdewam kir: "Divê ev destûr li gorî qonaxa nû ya ku sûriyan li ser li hev kiriye be, da ku dawî li aloziyê bîne. Ji ber ku bêyî lihevkirina sûriyan û xurtkirina yekitiya Sûriyê û yekitiya nîştimanî ya di navbera sûriyan de, tu çareserî ji aloziya Sûriyê re tune ye. Ev yekitî çareya herî baş a sekna li hember rageşiyên hundirîn û derve yên ku zirarê digihînin berjewendiyên gelê Sûriyê ye."

 (eh)

ANHA