Çeteyên dewleta Tirk şêniyên gundekî Girê Spî ji kehrebe û avê bêpar hiştin

Li gorî çavkaniyên ji Girê Spî ragihadine, çeteyên dewleta Tirk a dagirker transformatorê kehrebeyê yê gundekî navçeya Silûkê rûxandine û kabloyên wê dizîne. Bi wê yekê av û kehrebe bi temamî ji ser gundiyan qut bûne.

Çeteyên dewleta Tirk şêniyên gundekî Girê Spî ji kehrebe û avê bêpar hiştin
4 gulan, 2021   07:00
EYN ÎSA

Li gorî çavkanî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker transformatorê kehrebeyê yê gundê Ketar ê girêdayî navçeya Silûkê ya kantona Girê Spî ya dagirkirî, rûxandin.

Çavkanî diyar kir ku bihayê transformatorê 3 hezar û 500 dolar e, her wiha destnîşan kir ku çeteyan kablo û tiştên di nava transformatorê de dizîne.

Çavkanî daxuyand ku piştî vê sûcê çeteyan, kehrebe û av bi temamî ji ser gund qut bûne.

(dx)

ANHA