Meclisa Girê Spî hezar paketên xwarinê belav kirin

Nivîsgeha Kar û Barên Civakî ya meclisa kantona Girê Spî îro hezar paketên xwarinê li malbatên hewcedar ên li navçe û bajarokên girêdayî kantonê Girê Spî belav kirin.

Meclisa Girê Spî hezar paketên xwarinê belav kirin
3 gulan, 2021   13:05
EYN ÎSA

Meclisa kantona Girê spî di 30'yê meha borî de hezar paketên xwarinê ji Rêveberiya Xweser wergirtin da ku li malbatên hewcedar belav bike.

/ar/uploads/files/2021/05/03/112800_ahmd-krdw.webp

Li gorî hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Civakî ya kantona Girê Spî, wan navên malbatên hewcedar tomar kiribûn. Hevserokê nivîsgehê got îro li hemû navçe û bajarokên kantonê (Silok, El-Cirin, Eyn Îsa, gundên Ebo Xerze û El-Hişiyê) dê werin belavkirin.

Rêveberiya Xweser di 21'ê meha borî de 720 paketên xwarinê li kampa koçberên Girê Spî belav kiribûn.

(dm)

ANHA