Meclisên gel ên Reqayê ji ber qutkirina ava Firatê bang li civaka navneteweyî kir

Meclisên gel ên gundewarên rojavayê Reqayê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez destwerdanê bikin da ku sûcê dewleta Tirk ê girtina ava çemê Firat bisekinîne.

Meclisên gel ên Reqayê ji ber qutkirina ava Firatê bang li civaka navneteweyî kir
3 gulan, 2021   12:41
REQA

Endamên meclisên gel ên gundewarên rojavayê Reqayê li navenda meclisa giştî ya bajarokê El-Selhebiyê kom bûn û daxuyanî da raya giştî. Endamê meclisê Bedir El-Elî daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Dewleta Tirk sûcan pêk tîne û girtina ava çemê Firatê didomîne û hewl dide nefesan qut bike, jiyana asayî ya mirov, ajal û jîngehê qetil bike ev yek jî sûcek bi zanebûn û şerek li dijî mirovahiyê ye."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk di bin navê projeyên aşîtiyê de projeyên xwe yên veberhênanê bi avakirina bendav, golên avê û çandina zêdetirî milyonek û nîv donem berfireh dike û hewl dide ku ava Firat bifiroşe herêma Rojhilata Navîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk idîa dike ku çemê Firatê çemek neteweyî ye û di bin serweriya dewleta Tirk de ye û tenê ji mafê wê ye ku bi ava çem kontrol bike, lê belê çemê Firat çemeke navneteweyî û gelek dewlet tê de derbas dibe û avê wê di bin serweriya qanûn û lihevkirinên navneteweyî de ye.

'SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku van binpêkirin û sûcên li dijî mirovahiyê yê ku armanca wan ew e ku gel birçî bike û ji çavkaniyên herî girîng ên berdewamiya jiyanê bê par bike, rawestînin.

Di daxuyaniyê de, ev sûc wek li dijî mirovahiyê hate binavkirin û hişyarî ji rûdana kareseteke da. Her wiha bang li civaka navneteweyî û desteyên Neteweyên Yekbûyî  yên berpirsê dozên parastina mafên mirovan e ku bi lez destwerdanê bike.

(dm)

ANHA