Nivîsgeha Parastinê temenê ciwanên ji bo Erka Xweparastinê tên xwestin, diyar kir

Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê temenê ciwanên ku ji bo Erka Xweparastinê tên xwestin, diyar kir û bang li kesên ji bo pêkanîna erkê tên xwestin kir ku serî li navendan bidin da ku lênûskên xizmetê derxin..

Nivîsgeha Parastinê temenê ciwanên ji bo Erka Xweparastinê tên xwestin, diyar kir
3 gulan, 2021   13:03
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro biryarnameya bi hejmara 5’an derxist û tê de temenên ji bo pêkanîna xizmeta Erka Xweparastinê tên xwestin, diyar kir.

Nivîsgehê di biryarnameyê de destnîşan kir ku kesên di navbera 01.01.1990 û 30.04.2003 de ji dayik bûne, li gorî madeya 1’an a qanûna Erka Xweparastinê ji bo pêkanîna erke tên xwestin.

Nivîsgehê her wiha bang li hemû kesên ji bo pêkanîna erkê tên xwestin, kir ku navendên wan serlêdanê bikin da ku lênûskên xizmetê derxin û li gorî qanûnê rewşên xwe çareser bikin.

(cx)