Çalakiya kon a piştgiriya Pêngava Bazên Zagrosê di roja sêyemîn de didome

Ciwanên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa herikîn bin konê sefeberiya giştî û piştgiriya xwe ji pêngava şoreşger a Bazên Zagrosê re nîşan da.

Çalakiya kon a piştgiriya Pêngava Bazên Zagrosê di roja sêyemîn de didome
Çalakiya kon a piştgiriya Pêngava Bazên Zagrosê di roja sêyemîn de didome
Çalakiya kon a piştgiriya Pêngava Bazên Zagrosê di roja sêyemîn de didome
3 gulan, 2021   13:37
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û piştevaniya berxwedana gerîlayan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di 1'ê Gulanê de konê seferberiya giştî veda.

Çalakiya konê seferberiya bi diruşmeya "Bi rihê berxwedana Garê em Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê silav dikin" di roja sêyemîn de didome.

Îro ciwanên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa yên kantona Qamişloyê herikîn bin kon û piştgiriya xwe ji pêngavê re nîşan da.

Di bin kon de axaftin hatin kirin. Endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Armanc Jînda axivî û banga xurtkirina têkoşînê li hemberî dagirkeriya Tirk kir.

Armanc Jînda da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji êrişan lawazkirina vîna gelê Kurd e û got, hêzên gerîla ji bo têkbirina planên dagirkeriyê berxwedana mezin raber dike.

Çalakiya roja sêyemîn bi berzkirina diruşmeyên silavkirina pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bi dawî bû.

ANHA