Li Reqa û Kobanê navendên depokirina genim tên vekirin

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, tevahî depoyên genim ên li kantona Girê Spî ji xizmetê derketin. Aliyên têkildar li gundewarê Kobanê û Reqayê du navend amade kirine da ku genimê îsal ji cotkaran werbigire.

Li Reqa û Kobanê navendên depokirina genim tên vekirin
3 gulan, 2021   08:51
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên dagirkirinê de ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de dabû destpêkirin, Girê Spî û beşên berfireh ji gundewarê wê, di nav de depoyên Şergirak, Dehlîz û Sexrat dagir kirin.

Di encamên êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên mehên derbasbûyî de, yekane depoya ku li kantonê mabû (Depoya Mişrifê ya Eyn Îsa) ji xizmeta derket. Ji ber êrişan hin aliyên depo xirab bûn û kebil û transên ku kehrebeyê ji aliyê dagirkeran ve hatin qutkirin.

Bi nêzîkbûna mewsima îsal re, aliyên peywendîdar ên kantona Girê Spî ketine tevgerê û ji bo wergirtina berheman ji cotkarên kantonê du navendan amade dikin.

Navendên ku hatine amadekirin; navenda Şinînê ya li gundewarê rojhilatê Reqayê û navenda Çelebiyê ya li gundewarê başûrê rojhilatê kantona Kobanê ye. Hilberînên ji cotkarên gundewarê rojhilatê kantona Girê Spî ku ew jî El-Hêşê û El-Şêx Hesen û gundewarê wê ne dê li navenda Şinînê werin depokirin û hilberînên navçeya Eyn Îsayê û rojavayê gundewarê kantona Girê Spî jî dê li navenda Çelebiyê were depokirin. 

Li kantona Girê Spî 14 hezar û 829 donim genim û ceh avî hatine çandin û 319 hezar û 682 donim jî bejî hatiye çandin. Ev rûber ku hatin rûxsetkirin, li bajarokê El-Cirin, navçeya Eyn Îsayê, Silûk, Hêşê û Ebû Xerzê ne.

(eh)

ANHA