Li Tebqayê 11 navendên belavkirina gazê hatin ruxsetkirin

Gerînendeya Sotemeniyê ya Tebqayê ruxset da 11 navendên belavkirina gazê yên li bajar û gundewarên wê.

Li Tebqayê 11 navendên belavkirina gazê hatin ruxsetkirin
3 gulan, 2021   07:56
TEBQA

Bi armanca sivikkirina qerebalixa li ser meclisên taxan û malên gel, gerînendetiyê ev gav avêt. Bi koordîneya Meclisa Sivîl û Gerînendetiya Sotemeniyê li gorî daneyên malên gel û meclisên girêdayî wê li bajêr û gundewarên wê, lîsteya navendên ku divê werin vekirin ji gerînendetiyê re hatin şandin.

Li ser wê bingehê ruxset ji 8 navendên li bajêr û 3 navendên li gundan re hate dayîn. Belavkirina gazê dê bi rêya kartên ku Gerînendetiya Sotemenî ji hemû malbatan re derxistin, pêk were.

Hevserokê Gerînendetiya Sotemeniyê ya Tebqayê Ehmed El-Omer piştrast kir ku ev xebat dê heta asteke mezin bibe alîkar ku pirsgirêkên belavkirina gazê bi rêya meclisên taxê kêm bike.

El-Omer destnîşan kir ku piştî ku dewleta Tirk av ji ser Sûriyê girt û ava çemê Firatê daket, gelek stasyonên hilberîna kehbreyê sekinîn û di encamê de daxwaza li ser gazê zêdetir bû.

Wek çareseriyeke alternatîf, gerînendetî gazê belav dike.

El-Omer da zanîn ku gelek dever hene jê re navendên belavkirina gazê nehatine vekirin û gaz bi rêya meclisên taxê û malên gel tê belavkirin heta ku navendên belavkirinê werin vekirin.

(dm)

ANHA