'Divê dadgehek navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê were vekirin'

Rûspiyê eşîra El-Fadil bang li Konseya Ewlekariyê û  civaka navneteweyî  kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî girtiyên DAIŞ`ê bi cih bînin û got: "Yan bila her dewletek welatiyên xwe werbigirin û wan darizînin, yan jî bila dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina wan li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê were vekirin."

'Divê dadgehek navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê were vekirin'
3 gulan, 2021   07:50
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Ji destpêka serkeftina leşkerî ve ku QSD'ê di 23'yê Adara 2019'an de li bajarokê Baxozê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîbû, di girtîgeh û kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi deh hezaran çeteyên DAIŞ'ê û malbatên wan hene. Bangên derxistina çeteyan û darizandina wan li welatan didomînin.

Têkildarî mijarê rûspiyê eşîra El-Fadil, Menaf El-Reca ji ajansa ANHA`yê re axivî û got: " Em zehmetiya hebûna DAIŞ û malbatên wan a li ser erdên xwe dikişînin, çi di girtîgehê de bin an jî li kampan bin. Li kampa Holê çalakî û fikirê DAIŞ`ê hîne hene, çete qetilkirinê dikin û Eşbal El-Xîlafê perwerde dikin. Ev yek raste rast bandoreke neynî li jiyanê dike. Hin dewletên rojavayî tenê zarok û hin jin wergirtin, lê çete hîna hene  û ev e ya ku dihêle xeterî zêdetir bibe."

Rûspiyê eşîra El-Fadil bang li Konseya Ewlekariyê û  civaka navneteweyî  kir ku li hemberî DAIŞ`iyên girtî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û got: "Yan bila her dewleteke hemwelatiyên xwe werbigire û li gorî qanûnên xwe li ser xaka xwe wan darizînin, yan jî bila bi çavdêriya navneteweyî dadgehek li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebe da ku wan darizînin."

El-Reca diyar kir ku hebûna DAIŞ`iyan û malbatên wan ji bo Rêveberiya Xweser barekî giran e, nexasim di rewşa aborî ya ku herêm pê re rû bi rû ye.

Menaf El-Reca di dawiyê de got wan ji bo têkbirina wan kujeran û dijminê dîn û mirovahiyê ji tevahiya pêkhateyan şehîd dane û amade ne hîn  bidin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i9lckIaqRag" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>