Di kongreya SPD a Almanyayê de daxwaza 'Piştevaniya bi Rojava re'

​​​​​​​Partiya Sosyal Demokrat  a Almanyayê ji kongreya xwe ya 9'ê Gulanê re pêşnûmeyek bi navê 'Piştevaniya bi Rojava re' pêşkêş kir. Di vê pêşnûmeyê de tê xwestin ku siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan bê rawestandin.

Di kongreya SPD a Almanyayê de daxwaza 'Piştevaniya bi Rojava re'
3 gulan, 2021   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Almanyayê ku li gel Partiya Xiristiyanên Demokrat a bi serokatiya Angela Merkel hikumeta federal bi rê ve dibe, 9'ê Gulanê dê kongreya xwe ya awarte li dar bixe. Di kongreyê de wê ji bo hilbijartinên federal ên 26'ê Îlonê bernameyeke hilbijartinê dê bê amadekirin. Ji bo kongreyê, Rêxistina Partiyê ya Eyaleta Berlînê bi sernavê 'Piştevaniya bi Rojava re' pêşnûmeyek pêşkêş kir.

Li gorî nûçeya ANF’ê pêşnûme ji 2 rûpelan pêk tê û tê de îşaret bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin û ji navenda giştî ya SPD'ê û siyasetmedarên sosyal demokrat ên di hikumeta Merkel de tê xwestin ku li dijî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê.

Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê hiqûqa navneteweyî binpê dike, di heman demê de li herêmê dibe sedema gelek binpêkirinên mafên mirovan û rexneyên giran li siyaseta hikumeta federal a têkildarî Tirkiyê tên kirin. Di pêşnûmeyê de tê destnîşankirin ku di serî de Almanya divê Ewropa polîtîkaya xwe ya li ser Rojhilata Navîn biguherîne û daxwazên sereke yên bi 20 xalan hatine ragihandin, wiha parve kirin:

AMBARGOYA ÇEKAN: Bila peymanên ku hatine erêkirin bên betalkirin û firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bi temamî bê rawestandin.

DAWÎ LI DAGIRKERIYÊ BÊ ANÎN: Almanya li gorî peymanên NATO û Neteweyên Yekbûyî bikeve nava liv û tevgerê ji bo dawî li dagirkeriya leşkerên Tirk a li bakurê Sûriyeyê bê anîn. Bi taybetî divê bê destnîşankirin ku Rojava bi ti awayî gefê li dewleta Tirk naxwe.

BILA BES PERE JI ERDOGAN RE BÊ DAYÎN: Hevkariya aboriyê ya bi Tirkiyeyê re divê bê kêmkirin, misogeriya krediyê ya Hermes jî di nav de dawî li piştgiriya fînansî bê anîn. Piştgiriya malî ya ji bo penaberan bi Tirkiyeyê re tê kirin divê eşkere be. Divê destûr neyê dayin ku Tirkiye vê alîkariyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.

JI BO AŞTIYÊ DIVÊ HEWL BÊ DAYÎN: Bi hevkariya Fransa û Îngilistanê ku endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ne divê Almanya ji bo aştiya li Sûriyeyê hewl bide. Ji bo vê jî bike ku Neteweyên Yekbûyî bikeve nava liv û tevgerê.

DARIZANDINA DALŞ'IYAN: Piştgiriyê bide avabûna dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina sûcdarên DAIŞ'î.

DIYALOGA BI RÊVEBERIYA XWESER RE: Ji bo penaberên ku ji cih û warê xwe bûne û xwe li herêmên bakurê Sûriyeyê girtine bernameyên alîkariya mirovî bên amadekirin. Ji bo alîkarî û piştgiriya bi herêmê re diyalog bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bê danîn.

ZEXTA LI CHP'Ê: SPD ji partiya hevkarê wê CHP'ê (partiya opozîsyonê ya Tirkiyê) bixwaze ku ji bo dawî li êrişên Tirk ên li ser Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê bê anîn, bikeve nava liv û tevgerê.

KURDÊN LI ALMANYAYÊ: Dawî li siyaseta krîmînalîzekirina rêxistinên tevgera azadiyê ya Kurd ên li Almanyayê bê anîn.