ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-05-2021
2 gulan, 2021   23:00

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif got herêmên Rêveberiya Xweser tevî hemû zehmetiyên ku rastî wan tên, di nava aramiyê de ne û destnîşan kir ku divê di aliyê navneteweyî de itîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Koçerê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fehed Hemad El-Mihemed li goristana şehîdan a navçeyê oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Kurdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku siyasetên hikumeta Şamê xizmeta çareseriya aloziya Sûriyê nakin û teqez kirin hikumeta Şamê carek din bi bin ketiye û çareserî tenê bi diyalogê pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê eşîra El-Fadil bang li Konseya Ewlekariyê û  civaka navneteweyî  kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî girtiyên DAIŞ`ê bi cih bînin û got: "Yan bila her dewletek welatiyên xwe werbigire û wan darizînin, yan jî bila dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina wan li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Şêniyên Kobanê ji bo piştevaniya berxwedana gerîlayan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê, şeremzarkirina darizandina endamên HDP'ê yên bi doza piştevaniya Kobanê, biryara DYA'yê ya li dijî fermandarên tevgera rizgariya Kurdistanê meşekê li dar dixin. Meş ji Qada Jina Azad dest pê dike, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Amûdê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna şermezar kirin û tekez kir ku hêzên gerîla dê dagirkerên Tirk têk bibin wekî ku çawa li Garê têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Çalakvana hiqûqî ya tunisî Selwa Qîqa bal kişand ser serdana jinên Kurd a ji bo Tunisê û got: "Ev serdan rêyeke nû di xeta mafên mirovan a rawestandî de vekir." Her wiha destnîşan kir ku "Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina jinan a ji bo ewlehî û aştiyê" ku pêşkêşî endamên Yekitiya Nîştimanî ya Jinên Tunisî hatî kirin, bi elaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarê Kurd Xetîb Dîcle diyar kir ku li dijî gelê Kurd konsepteke nû tê meşandin û got “Li hemberî van êrişan divê gelê Kurdistanê bi gerîla bibe yek.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Semîh Şiqêr teqez kir ku divê rewşa Kurdan li Sûriyê wek parçeyekî doza Sûriyê bê dîtin û got “Sedemên xwespartina wan ji guhertina demokratîk re sedemên mayînde ne û dikarin bibin bingeh. Vegerandina baweriyê di navbera hêzên demokratîk ên Sûriyê de, kilîta çareserkirina hemû dozên heyî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên şoreşger ên Dirbêsiyê û Zirganê bi armanca piştevaniyê diherikin bin konê seferberiya giştî ku li Girkê Legê hatiye venda, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Di rojên dawî de bêhnên nexweş ji ava Firatê derdikeve û şêniyên Kobanê bi tîhbûn û nexweşiyan re rû bi rû ne. Gerînendeya Avê ya Kantona Kobanê li ser rûdana kareseteke rasteqîn hişyarî da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji ber dagirkeriya Tirk, tevahî depoyên genim ên li kantona Girê Spî ji xizmetê derketin. Aliyên têkildar lêkolîn dikin du depoyan li Kobanê û Reqayê veqetîne da ku berhemên genim ê îsal ji cotkaran werbigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku xebata wan a li dijî keriyên kuliyên çolê ku ketinbûn  gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi ser ket û got divê Urdun û Iraqê jî bibin alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA