​​​​​​​Li başûrê Nablusê 3 îsraîlî birîndar bûn

Li benda kontrokê ya Zeterê ya nêzî bajarê Nablusê yê Filistînê gule hate reşandin, di encamê de 3 îsraîlî birîndar bûn.

​​​​​​​Li başûrê Nablusê 3 îsraîlî birîndar bûn
2 gulan, 2021   19:13
XEZA

Çavkaniyên tibî yên îsraîlî eşkere kir ku li nêzî bajarê Nablusê gule hate reşandin, di encamê de 3 îsraîlî birîndar bûn û rewşa du kesan ji wan xetere ye.

Li gorî medyayên Îsraîlê, ji erebeyekê 4 gule hate avêtin û piştre reviyan.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku lêgerîna li erebeyê berdewam e. Artêşê derdora herêmê dorpêç kiriye û bendên kontrolê danîn da ku li sûcdaran bigire.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên filistînî ragihand ku li başûrê Nablusê piştî bûyerê, şer di navbera ciwanên filistînî û artêşa Îsraîlê de derket.

Wezîrê Ewlehiyê yê Îsraîlê Benny Gantz li ser hesabê xwe yê twitterê got: "Artêşa Îsraîlê û hêzên ewlehiyê dê lêgerîna li terorîstên ku ev çalakî pêk anîne bidomîne, heta wan bigire."

Serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu têkildarî vê bûyerê got: "Hêzên ewlehiyê terorîstan dişopîne, di wê baweriyê de me ku di demeke nêzî de werin girtin. Em rê nadin ku terorîst serê xwe rake, em ê bi xurtî li dijminên xwe bidin."

Komên Filistînê jî bi daxuyaniyên cuda çalakî silav kir û ew bi "Derbeke xwezayî ya li hemberî sûcên dagirkeran" wesif kir.

Piştî demeke kurt li ser bûyerê derbas bûn, Îsraîlê ragihand ku li bakurê Xezayê mayînek bi kontrolkirina bi 20 metreyan ji dûr ve li nêzî erebeyeke îsraîlî teqiya, lê tu birîndar çênebûn.

Îro sibehê, artêşa Îsraîlê gule li jineke filistînî ya 60 salî reşand, li gorî idîayê wan, wê jinê hewl dabû li nêzî dagerandina yekîneyên niştecihkirinê" Xoş Etsiyon" a li nêzî El-Xelîl a li rojavayê Xezayê operasyonekê pêk bîne û eşkere kir ku jin bi giranî birîndar bûye.

(eh)