Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê der barê ‘Doza Kobanê’ de daxuyanî da

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û rêxistinên mirovî kir ku biryarên ku dadgehê li dijî pergala dewleta Tirk derxistine, pêk bînin û ji bo kesê piştgiriya berxwedana Kobanê kiriye edaletê pêk bînin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê der barê ‘Doza Kobanê’ de daxuyanî da
2 gulan, 2021   11:07
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya herêma Firatê daxuyaniyek da raya giştî û tê de sûcên AKP`ê yên li dijî endamên HDP`ê şermezar kirin.

Endamên saziyên sivîl ên herêma Firatê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Meclisa Edaletê ya herêma Firatê Nusra Xelîl û hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Firatê Fewziye Ebdî daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Kobanê xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Di destpêka sala 2014`an de li Rojava, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li 3 katonên Cizîr, Efrîn û Kobanên hate damezirandin. Di destpêka avabûna kantonê de, Kobanê rastî êrîşên Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û piştre jî rastî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê hat. Êrîşa herî mezin jî di 15`ê îlona 2014`an de pêk hat. Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li ser banga me xwedî li berxwedana Kobanê derket û serferberî raghand. HDP`ê bêyî ku qanûn û pergala Tirkiyê binpê bike, li gor pîvanên Saziya Mafên Mirovan tevgeriya, kamp ji gelê me yê koçber re vekir û birîndarên şer derman kirin.

‘DEWLETA TIRK BI VÊ DARIZANDINÊ TOLA DAIŞ'Ê JI KOBANÊ HILTÎNE’

Piştî derbasbûna salan di ser piştgiriya HDP`ê ya bi Kobanê re, dosya ku AKP`ê vekiriye, ji aliyê pergala daraza Tirk ve hat qebûlkirin. Bi bihaneya piştgiriya HDP`ê ya bi Kobanê re, dewleta Tirk a qaşo pirreng û demokrat e, ew doz kir dozeke siyasî û derveyî qanûn û pîvanên mirovan. Tirkiyê bi vê darizandinê dixwaze tola têkçûna DAIŞ`ê ji Kobanê hilîne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê xwesitibû ku hevserokê berê yê HDP`ê parlementer Selahadîn Demîrtaş  serbest were berdan.

Piştigriya HDP`ê ji bo me gelê Kobanê rizgarkirina ji komkujiya DAIŞ`ê ye. Ji lew ra îro careke din li ser Kobanê em bang li dadgeha Ewropayê, rêxstinên mafên mirovan dikin ku careke din ji Tirkiyê bixwezin pabendî biryarên ku dadgehên Ewropayê derxistine be û edalet pêk were."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5KPz01lfAik" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>