Dagirkeriya Tirk gundên herêma Efrînê bi dijwarî topbaran dike-HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê û gundên kantona Şehbayê dane ber topan.

Dagirkeriya Tirk gundên herêma Efrînê bi dijwarî topbaran dike-HATE NÛKIRIN
2 gulan, 2021   06:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Soxanekê, Aqîbê û Ziyaretê yên navçeya Şêrawa ya Efîrna dagirkirî, bi çekên giran topbaran dike.

Her wiha nûçegihanê me diyar kir ku hêzên dagirker gundê Semûqa, Mişêrfê û bendava Şehba yên kantona Şehbayê jî bi dijwarî topbaran dike. (cx)

ANHA