'Dewleta Tirk bi rêya bicihkirina mêtingehan dê Sûriyê parçe bike'

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo, girêdayî siyaseta guhartina demografiyê ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, hişyarî da û got ev yek di pêşerojê de dê rê li pêşiya şerekî di navbera pêkhateyên herêmê de veke.

'Dewleta Tirk bi rêya bicihkirina mêtingehan dê Sûriyê parçe bike'
2 gulan, 2021   06:56
MINBIC - SELWA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker li herêma El-Emarnê ya gundewarên Cerablusê ya dagirkirî ya bakurê Sûriyê mêtingeh ava kirin, da ku kesên ku ji herêmên din ên Sûriyê anîne û malbatên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk lê bi cih bike.

Mêtingehên hatine avakirin ji 800 malan pêk tê û tê payîn ku 282 malên din jî bi navê "Kombûna niştecihanê ya aborî" lê zêde bibe û wekî wê jî li bajarê Ezazê ava bibe û ji 400 malan pêk tê.

Projeya bicihkirinê dê li bajarê Babê jî were destpêkirin û tê payîn 250 mêtingeh lê werin avakirin, li bajarê Serêkaniyê jî plana avakirina 250 mêtingehan tê kirin, her wiha plana 200 heban jî li bajarokê Atme tê kirin.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û Gundewarên Wê Mihemed Elî El-Ebo got, dewleta Tirk a dagirker dema Efrîn dagir kir dest bi avakirina mêtingehan kir, ev yek li Cerablusê jî berdewam dike û diyar kir ku armanca ji vê yekê welatiyên Sûriyê ku ji herêmên cuda anîne, çi ji Xûtaya Rojhilat be yan jî ji Humis û Idlibê be, lê bi cih bike.

Mihemed Elî El-Ebo bal kişand ser bandorên avakirina van mêtingehan û wiha got: "Ev yek dê bandoreke neyînî li demografiya herêmê bike. Xwendiyên resen ên vî erdî hene ku bi zorê hatine koçberkirin û kesên din li şûna wan hatine bicihkirin. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê ew e ku di pêşerojê de fitne di navbera gelê Sûriyê de çêbe."

Dewleta Tirk a dagirker di 24`ê Tebaxa 2016`an de êrişî bajarên Cerablus û Ezazê kir û her du dagir kirin, di 20`ê Çileya 2018`an de jî êrişî Efrînê kir, piştî berxwedana 58 rojan a şêniyên Efrînê di 18`ê Adara 2018`an hate dagirkirin. Her wiha di encamên êrişên hovane de ku di Cotmeha 2019'an de dabû destpêkirin, bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Dewleta Tirk piştî ku bajaran dagir dike, şêniyên resen bi darê zorê koçber dike û malbatên ji herêmên din li şûna wan bi cih dike. Bi vê yekê siyasetên guhertina demografî û tirkkirinê dimeşîne.

El-Ebo da zanîn ku dewleta Tirk ji vê yekê dixwaze sûriyan wekî kaxezekê bi kar bîne da ku kengî bixwaze di hemû aliyan de bi kar bîne û wiha got: "Ev siyaset ji her kesî re eşkere ye, dewleta Tirk ciwanên sûrî kir çete û ew şandin Lîbya û herêmên din, ev tevahî dikeve nava fikirê berfirehkirinê ya ku dixwaze bi rêya wê herêmê serwer bike."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê destnîşan kir ku e sûcên dewleta Tirk a dagirker bi desteka yekser an jî neykser a ji aliyên gelek dewletên ewropî û Qeterê ve pêk tên.

Mihemed Elî El-Ebo bal kişand ser pirsgirêka kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ku tê pêşbînkirin bibe sedama karesateke mirovî û jîngehî li herêmê bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî mêtingehên cîwarkirinê ku gefan li pêşeroja Sûriyê dixwe, bi erka xwe rabe, her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bê deng nemînin û têkildarî bazirganiya Tirkiyê ya li ser hesabên gelê Sûriyê helwestekê nîşan bibin.

(eh)

ANHA