Ji ber kêmbûna ava Firatê û nebarîna baranê, şênî mewsimên xwe bi destan diçinin

Ji ber nebarîna baran û kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ziwabûn heye û di encamê de mewsimê çandiniyê telef bû. Ji lew re şênî li rêyên kevn ên çinîna berhaman vedigerin.

Ji ber kêmbûna ava Firatê û nebarîna baranê, şênî mewsimên xwe bi destan diçinin
2 gulan, 2021   05:46
KOBANÊ

Nebarîna baranê bandor li mewsimê çandiniyê ya îsal kir, bi wê re genim, ceh, gijnîj, kemûn û hwd ji çandiyên dîtir temam nebûn.

Li aliyekî din jî kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê li ser Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve bandoreke neyênî li mewsimê çandiniyê kir. Her wiha ji ber nebaranîna baranê cotkaran nikarî berhemên xwe bi rêya ava Firatê av bidana.

Ji ber van sedeman astengî li gel cotkaran çêkir ku piştî xwe didin mewsîmê çandiniyê ji bo debarê. Ji ber ku nebûna çandiniyê zirareke mezin kir. Ji bo ku hîn zirar bi şêniyan nebe, li şûna patoz genim û ceh biçinin, şênî bi destan berhemên xwe diçinin, ji ber patoz nikare biçine.

ZIRAR Û ASTENGÎ GELEK IN’

Ciwana bi navê Îxlas Îbrahîm got ew bi destan bi rêbazê kevin ceh diçinin, ji ber ceh mezin nebûye. Her wiha diyar kir ku wan zirar di mewsimê îsal de dîtin, ji ber ku Ji ber mewsim temam nebû.

Îxlas Îbrahîm destnîşan kir ku ew ê di peydakirina êmên sewalan de zehmetiyan bikişînin, nemaze ku nirxê dolar li bermaberî dolar bilind bûye.

Xwediyekî patozan, Muslim Mizê got wan amadekariya mewsîmê çinînê dikir û patozên xwe mîna her sal, çêkirin û wiha got: "Lê li gorî em dibînin, mewsîmê çinînê ya îsal tune ye û şênî bi destan çinînê dikin, ji ber ku berhem mezin nebûye."

Mizê destnîşan kir ku nebarîna baranê û rewşa ziwabûna ku herêm tê re derbas dibe, bandoreke neyinî li berhem, xwediyên patoz, çotkar û xwediyên pezan kir.

Endazyar û Hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Kobanê Omer Mehmûd Kinco wiha got: "Gerînendetiya Çandiniyê dest bi plana çandiniyê ya 2021’an kir û semad û mazot li xwediyên zeviyên avî kir, da ku beşa mewsimê çandiniyê ya îsal tawîz bikin, ji ber ku mewsimê bejî ji ber nebarîna baranê telef bû."

Li gorî gerînendetiya çandiniyê, di encama ziwabûn û nebarîna baranê de plana çandiniyê ya îsal hate guhartin  û gerînendetiyê diyar kir ku wan li gorî rûberên zeviyên çandiniyê ne tenê ji bo yên avî, piştevaniya cotkaran kir.

Di encama nebûna mewsimê çandiniyê de, şêniyên herêmê neçar ma ku berhemên xwe bifiroşin xwediyên pezan, her wiha dar li şûna çandina baqilan çandin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HGGimC78nvw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>