Rêxistinên karker û sivîl 1'ê Gulanê pîroz kir

Rêxistinên karker û sivîl1'ê Gulanê pîroz kir û diyar kir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şoreşa rasteqîn  a karkeran temsîl dike û mafên wan diparêze.

Rêxistinên karker û sivîl 1'ê Gulanê pîroz kir
1 gulan, 2021   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Karkeran a Herêma Firatê, Tevgera Civaka Demokrat a herêma Efrînê û Tevgera Komunîst a Şoreşgerî 1'ê Gulanê li tevahî karkeran pîroz kirin.

YEKITIYA KARKERAN

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HHkXvgkD7iM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan karker û endamên Yekitiya Karkeran bi boneya 1'ê Gulanê li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê kom bûn û daxuyanî dan. Endamê rêveber ê yekitiyê Egîd Ebdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de 1'ê Gulanê li tevahî karker û kedkarên cîhanê hate pîrozkirin. Her wiha bang li karker û kedkaran û tevahî beşên gel ê li herêma Firatê û hate kirin ku li hemberî hemû kiryarên aliyên ku şerê Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin, bisekinin.

Her wiha hate gotin ku çîna karker û kedkar roleke aktîv di avakirina welatekî li ser bingehê edaletê dilîzin û wiha hate domand: " Em dixebitin da ku herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin rizgar bikin û sûcên hovane yên li dijî gel pêk tînin bi dawî bikin. Ji ber ku sûcên hovane li dijî niştecihên resen pêk tînin, guhertina demografîk û siyasetên pişaftin û koçberkirinên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin."

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî, rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistinên Mafên Mirovan hat kirin ku zext li dewleta Tirk bikin da ku kiryarên xwe yên ne exlaqî, ne mirovahî û hemû planên xwe yên êrişker a ku li dijî herêmên ewleh pêk tînin, rawestîne.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku dewleta Tirk dema ku ax, çanidinî dike hedef û ava Firatê kêm dike bandorên neyinî li kedkar, karker û tevahî gelên herêmê dike.

Yekitiyê bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kir ku eleqedariya tenduristiyê û aşleyan ji hemû karekeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peyda bikin da ku karibin li gel belavbûna pandemiya koronayê li ber xwe bidin.

TEVGERA CIVAKA DEMOKRATÎK A HERÊMA EFRÎNÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R65-kWRc2_8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Hisên Welo û Şehînaz Omer daxuyanî li pêşiya Meclisa Kampa Serdemê ya girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, bi zimanên erebî û kurdî xwendin.

TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe de behsa dîroka Cejna Kedkar û Karkeran a Cîhanê kir û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Di dema ku ev roj tê pîrozkirin, balafirên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî gelê Kurd li Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikir û tevahiya qanûnên navneteweyî binpê dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de rêxisitnên civaka sivîl û Yekitiya Karkeran êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Kar a Navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestînin.

Her wiha bang li yekitî û rêxistinên civaka sivîl ên cîhanê hat kirin ku piştgiriya Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin ji ber ku ji bo çîna kedkaran şoreşeke rastîn e û mafên wan ên rewa diparêze.

Tevgera Komunîst a Şoreşgerî jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û bakurê Sûriyê şermezar kir. Endama rêveber a tevgerê Fedye Seydo li parka Rêbertî daxuyanî xwend.

Tevgerê di daxuyaniyê de got, pêwîste hemû gelên herêmê di 1`ê Gulanê de axa Başûrê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ji dagirkeran û dijminên şoreşê biparêzin.

Tevgerê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelên cîhanê kir ku li hemberî êrişên li dijî şêniyan, karkeran, jinan û ciwanan li Rojava li ber xwe bidin û bi hev re li hemberî dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

TEVGERA KOMUNÎST A ŞOREŞGERÎ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FjVD8mA38X4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Tevgera Komunîst a Şoreşgerî li Parka Rêbertî daxuyanî da. Endama rêveber a tevgerê Fadiya Seydo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Derektina ji bo parastina xaka Başûr û Bakurê Sûriyê ji dagirker û dijminên şorşeger di roja 1'ê Gulanê de ji bo gelê me pêwîst e."

Her wiha  bang li demokrastan û sosyalîstên cîhanê hate kirin ku ji bo parastina nirxên şoreşa Rojava, hezkirin û azadiyê dakevin qadan û wiha hate gotin: "Em bang li gelên cîhanê dikin ku li hemberî dijminên karker, jin, ciwanên Rojava û dewleta Tirk a dagirker dakevin qadan."

 (dm)

ANHA