Li Helebê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin

Rêxistinên Saziyên Civaka Sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê û bi dirûşma "Bi giyanê karkeran û kedkaran em ê zulm û zordestiyê tune bikin" şahiyek li dar xist.

Li Helebê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin
1 gulan, 2021   13:44
HELEB

Bi sedan karker û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li pêşiya hola civînan a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Serkeftina di warê zanist û kar de hesta serfiraziya bi welêt xurtir dike" hildan.

Beşdaran heta ber bi Qada Şehîdan a li taxê ve meşiyan. Li qadê meş veguherî mitîngê.

Di mitîngê de endama Saziyên Civaka Sivîl Leyla Xalid û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Remzî Şêx Mûs axivîn û ev roj li hemû karkeran û kedkaran û li rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di axaftinan de hate gotin: "Ev roj berhemê  têkoşîna karkeran a li dijî zordestî û keysbaziyê ye ku komek kerkeran li Chicagoyê sala 1886`an çalakî kirin da ku saetên kar kêm bibe. Ev çalakî bi ser ket û di heman salê de Roja Karkeran a Cîhanê bi awayekî fermî hat ragihandin."

Kesên axivîn diyar kir ku agirê şoreşê li her çar parçeyên Kurdistanê heta roja îro geş e, şoreşger li dijî zordestiyê û pergalên şofanîst li ber xwe didin û Şoreşa Rojava wek mînaka vê yek bi nav kirin.

Her wiha hate gotin ku bi saya zendên karkeran dê zulm û dagirkeriyê li herêmên dagirkirî tune bikin û dê planên wan têk bibin.

Piştre beşdaran li ber stranên koma Yekitiya Hunermendan xelekên govendê gerandin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VjTbwpYETCU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>