Li Dihokê balafireke bêmirov a Tirkiyê kete xwarê, zarokek birîndar bû

Duh êvarê li nêzî bajarokê Bamernê yê ser bi Dihokê ve balafirek bêmirov a dewleta Tirk a dagirker kete xwarê. Di encamê de zarokekekî 11 salî birîndar bû.

Li Dihokê balafireke bêmirov a Tirkiyê kete xwarê, zarokek birîndar bû
1 gulan, 2021   12:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyê ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, duh êvarî li gundê Zêwa Şêv Pîremûs yê nêzî bajaroka Bamernê ya Dihokê balafirek bêmîrov a dewleta Tirk kete xwarê.

Hate ragihandin ku parçeyek ji balafirê li zaroka 11 salî ya bi navê Lavîn  Casim ketiye û bi giran birîndar bû. Lavîn Casim a birîndar bûyî rakirin nexweşxaneyê.

Heta niha sedema ketina balafirê nehatiye zanin. Hîn diyar nîne ka balafir bi xwe ketiye xwarê yan jî hatiye xistin. Heta niha HPG’ê jî li ser mijarê ti agahî parve nekiriye.

(cx)