Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 130 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 130 kesên din bi Koronayê ketine û 15 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 130 kesên din bi covid-19 ketin
1 gulan, 2021   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 15 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Mistefa ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 130 kesên din bi covid-19 ketine, ew jî 83 mêr in, 47 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 45

Qamişlo: 16

Dêrik: 5

Dirbêsiyê: 2

Çilaxa: 1

Reqa: 28

Dêrazor: 29

Kampa Roj: 4

Mistefa diyar kir ku 9 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 15 hezar û 963 kes bi Koronayê ketine, ji wan 593 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 629 kes baş bûne.

(dx)