Li Minbicê Komîteya Kar û Barên Civakî pakêtên xwarinê li malbatan belav kirin

Îro Komîteya Kar û Barên Civakî bi koordîneya komînên bajarê Minbicê re, pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar û yên ji ber qedexeyê zirar dîtine, belav kirin.

Li Minbicê Komîteya Kar û Barên Civakî pakêtên xwarinê li malbatan belav kirin
1 gulan, 2021   11:04
MINBIC

Bi însiyatîfa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Kar û Barên Civakî ya Minbicê pakêtên xwarinê li malbatan belav kirin.

Komînên taxan lîsteya navên malbatan amade kir û radestî Komîteya Kar û Barên Civakî kir. Komîteyê li ser wê dest bi belavkirinê kir.

Di her pakêtekê de şekir, bilxur, çay, zêt, ava bacanan û madeyên paqijiyê hene.

Endamê Nivîsgeha Serjimariyê û Lêkolînan a Komîteya Kar û Barên Civakî Îbrahîm El-Mistefa got hezar û 500 pakêtan li bajar û gundewaran belav dikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J3JghXEP3Xs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>