Li Hindistanê di rojekê de 400 hezar kes bi Koronayê ketin

Pandemiya Koronayê (Covid-19) li cîhanê bi rêjeyeke mezin belav dibe. Hindistanê di 24 saetan de zêdetirî 400 hezar rewşên Koronayê tespît kirin.

Li Hindistanê di rojekê de 400 hezar kes bi Koronayê ketin
1 gulan, 2021   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî kêmbûna derman û hejmara zêde ya pêketiyên Covid-19 ku di 24 saetan de zêdetirî 400 hezar kes bi vîrusê ketine, Hindistanê hemleya dermankirinê li pêşiya nêzî 600 milyon welatiyên xwe vekir.

Li gorî wezîrê tenduristiyê yê Hindistanê, îro (şemiyê) Hindistanê 401 hezar û 993 rewşên nû yên Koronayê tespît kirine. Di Nîsanê de jî li Hindistanê ku gelheya wê 1,3 milyar e, nêzî 7 milyon kesên din bi Koronayê ketin.

Heta niha nêzî 150 milyon derziyên Koronayê anku ji sedî 11,5 ji xelkê re hatine danîn.

Li gorî raporeke AFP`ê ku duh belav kiribû, li seranserê cîhanê heta niha zêdetirî 150 milyon kes bi Koronayê ketine, ji wan 6 milyon kes di hefteyekê de pê ketine. Li cîhanê her roj zêdetirî 800 hezar kesên din bi Koronayê dikevin.

(cx)