Bi wêne… encamên topbarana hêzên dagirker li ser gundê Birc Qasê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên sivîlan ên gundê Birc Qasê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî kirin hedef. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Bi wêne… encamên topbarana hêzên dagirker li ser gundê Birc Qasê
1 gulan, 2021   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji wêneyan asta zirarên ji ber hedefigirtina gundê Birc Qasê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, diyar dibe.

Li gorî agahiyan moşekeke artêşa Tirk a dagirker li malekê ketiye û zirarên madî gihaştine malê.

Topbarankirina gundên Birc Qas û Meyasê yên girêdayî navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê berdewam e.

Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî ve êrişî gundê Meyasê dike, her wiha her du gundan topbaran jî dike.

(şx)

ANHA