Hefter û Salih rewşa Lîbyayê nîqaş kir

Fermandarê giştî yê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê Meclisa Parlamenteran Eqîle Salih ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn ên li Lîbyayê li hev civiyan û hin aliyan wek hevalbendiyeke nû di çarçoveya nakokiyên di navbera Hefter û El-Debîbe de pênase kir.

Hefter û Salih rewşa Lîbyayê nîqaş kir
1 gulan, 2021   07:02
QAHÎRA

Fermandariya giştî yê hêzên çekdar bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê Facebookê weşand, ragihand ku Salih şeva înê fermandarê giştî yê artêşê di mala xwe ya li bajarê El-Qebe yê rojhilatê Lîbyayê de pêşwazî kir.

Berdevkê Meclisa Parlamenteran Ebdullah Bilhîq got di hevdîtinê de geşedanên dawîn ên li welêt hatin nîqaşkirin.

Di demekê de ku aliyên navneteweyî ji bo lezkirina vekirina rêya beravê û betalkirina serdana serokê hikumetê Ebdulhemîd El-Debîbe ji Benxazî re, hevdîtina Eqîle û Hefter pêk hat.

Li gorî hinan jî ku hevalbendiyeke nû di navbera Hefter û Salih de ji ber zêdebûna nakokiyan di navbera Ebdulhemîd El-Debîbe û Hefter de ye. Hefter mercekê datîne ku divê hikumet civînên xwe li herêmên ku hêzên wan diparêzin, bi taybet li bajarê Benxazî, li dar bixe.

 (bx)