Rojnameyên erebî: Amerîka hewl dide têkiliya Siûdî-Îranê ji bo bidawîkirina şerê Yemenê bi kar bîne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa hewldanên Amerîka ji bo bidawîkirina şerê Yemenê û aloziya bendava Nehdayê kir.

Rojnameyên erebî: Amerîka hewl dide têkiliya Siûdî-Îranê ji bo bidawîkirina şerê Yemenê bi kar bîne
1 gulan, 2021   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

‘WASHINGTON HEWL DIDE NÊZÎKATIYA XWE LI HEMBERÎ YEMENÊ BI SER BIXE’

Rojnameya El-Ereb behsa hewldanên Amerîkayê yên bidawîkirina şerê li Yemenê kir û wiha nivîsî: “Nermbûna têkiliyên Erebistana Siûdî û Îranê ku di xîtabên wan ên siyasî yên demên dawîn de diyar bûbû, hêviyên dîtina çareseriyeke aştiyane ji şerê li Yemenê re vejand, ku her du welatên navborî der barê Yemenê de xwedî helwestên cuda ne. Riyad piştgiriyê dide hikumeta Yemenê ya di aliyê navneteweyî, siyasî û leşkerî de tê pejirandin. Tehran jî piştgiriya komên Hûsiyan dike.

Rêveberiya serokê Amerîkayê Jeo Biden ku tevî NY`yê hewldanên aştiyê li Yemenê bi rêve dibe, hewl dide aramiya di navbera Siûdî û Îranê de ji bo çareserkirina aloziya Yemenê bi kar bîne.

Nûnerê Amerîkayê yê Yemenê Tim Lenderking roja înê bi mîrê Siûdiyê Mihemed Bin Selman re civiyabû û hewldanên pêkanîna aştiyê li Yemenê nîqaş kiribûn.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Siûdiyê ‘Was’ ragihand ku di hevdîtinê de rewşa Yemenê û hewldanên hevbeş ên gihaştina çareseriyeke siyasî ya giştî ji bo aloziya Yemenê, hatine nîqaşkirin.

‘MISIR Û SÛDAN DIXWAZIN AMERÎKA JI BO ÇARESERIYA LI NEHDAYÊ DESTWERDANÊ BIKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî di hejmara xwe ya îro de behsa aloziya bendava Nehdayê kir û wiha got: “Misir û Sûdanê hewldanên xwe yên dîplomasiyê zêde kirin û bang li rêveberiya serokê Amerîkayê Jeo Bide, Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku destwerdanê û navbeynkariyê bikin ji bo ku aloziya bendava Nehdayê çareser bikin. Her du welatan li ser kiriyarên yekalî ji aliyê Etiyopyayê ve û tijîkirina bendavê bêyî lihevkirinekê, hişyarî da.

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî nameyek bo Meclisa Ewlehiyê şand, tê de bang li meclisê kir ku Etiyopyayê îqna bike ku beriya lihevkirina bi Sûdan û Misirê re tu tedbîran têkildarî bendavê negire.

Sûdanê jî banga dan û standinên çaralî yên bi sponseriya Amerîka, NY, Yekitiya Ewropayê û Yekitiya Afrîkayê kir da ku bibin alternatîf ji navbeynkariya Yekitiya Afrîkayê ya niha re. Misir piştgiriyê dide daxwaza Sûdanê, lê Etyopya red dike.”

(cx)