'Rûsya û civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe şirîkên sûcên dewleta Tirk in'

Ji rêveberên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê şaxê bajarê Kobanê Ferman Hisên got: “Rûsya bi bêdengiya xwe siyaseta zextê li dijî Rêveberiya Xweser dimeşîne da ku tawîzan bide rêjîma Sûriyê û wê xurt bike.”

'Rûsya û civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe şirîkên sûcên dewleta Tirk in'
30 nîsan, 2021   23:32
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin, li hemberî van êrişan ku sivîlan dibin hedef û tên koçberkirin, Rûsya ya garantor, hikumeta Şamê û Koalîsyona Navneteweyî bêdengiya xwe diparêzin.

Ji rêveberên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) şaxê bajarê Kobanê Ferman Hisên got, Rûsya bi bêdengiya xwe siyaseta zextê li dijî Rêveberiya Xweser dimeşîne, da ku tawîzan bide rêjîma Sûriyê. Ferman destnîşan kir ku Rûsya heman siyaset li Efrînê da meşandin.

Dewleta Tirk a dagirker di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn dagir kir, beriya wê di 2016'an de Ezaz, Cerablus û Babê dagir kirin. Her wiha di encamên êrişên hovane de ku 9'ê Cotmehê 2019'an dabû destpêkirin bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

`RÛSYA HEVKARÊ SÛCÊN TIRKIYÊ YE`

Hisên diyar kir ku Rûsya bi bêdengiya xwe hevkarê binpêkirin û sûcên Tirkiyê yên li dijî herêmên dagirkirî û êrişên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Hisên bêdengiya navnetweyî û ya Rûsyayê ya li hemberî wan sûcan şermezar kir û bang li Rûsyayê kir ku erkê xwe wek hêzeke garantorê agirbesta 2019`an bîne cih.

Tirkiye û Rûsya di 22'yê Cotmehê 2019'an de lihevkirinek bi navê "Peymana Soçî" ji bo agirbesê pêk anîbûn û tê de 10 xal hatin destnîşankir. Ji van xalan;  divê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi kûrahiya 30 kîlometreyan ji sînor vekişe û agirbestê pêk bîne, di kûrahiya 10 kîlometreyan de li deverên sînorî bi Tirkiyê re dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye-Rûsya werin meşandin û leşkerên hikûmeta Şamê li ser sînor werin bicihkirin.

`ÊRIŞ Û BINPÊKIRIN DI NAV BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ DE BERDEWAM DIKIN`

Ferman Hisên bang li civaka navneteweyî kir ku erkên xwe yên mirovahî û exlaqî li hember gelên herêmê pêk bîne, zextê li dewletaTirk a dagirker bike da ku êrişên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûên li herêmên ku dagirkirine rawestîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku balafirên keşfê yên Tirk her gav êrişî herêmê dikin. Di 16'ê vê Nîsanê de balafireke keşfê ya artêşa Tirk mala rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûrê yê rojavayê bajarê Kobanê kir armanc, di heman rojê de artêşa Tirk û çeteyên wê yên ku li rojavayê Firatê li gundên bajarê Cerablusê bicîh bûne, gundê Boraz û gundên rojavayê bajarê Kobanê topbaran kirin.

Di 22'yê Çileya derbasbûyî de balafirek keşfê ya dewleta Tirk malek sivîlan li başûrê bajarê Kobanê bombebaran kir, di encamê de sivîlek birîndar bû û di 23'yê Hezîrana borî de komkujiyeke li gundê Helincê yê Kobanê pêk anîn û 3 jinên çalakger şehîd xistin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LPxIA3wjIic" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>