4 topên din ên moşekan li bajarê Efrînê ketin

Çavkaniyekî ji bajarê Efrînê ya dagirkirî ragihand ku 4 topên din ên moşekan li navenda bajar ketin.

4 topên din ên moşekan li bajarê Efrînê ketin
30 nîsan, 2021   18:01
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên herêmê, vê êvarê 4 topên din ên moşekan li navenda bajarê Efrînê ketin.  2 top li pêşiya hola Efrîn a ser rêya gundê Kefer Şêl û 2 li kolana wergirtina mazotê ya navenda bajar ketin.

Beriya 2 saetan jî, du topên din ku jêdera wan nehatin naskirin, li taxa Sînaa ya navenda bajar ketin. Di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

ANHA