​​​​​​​Jinên kedkar 1'ê Gulanê pîroz kir

Jinên kedkar 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kir û got, jinan di hemû qad û saziyan de cihê xwe girt û karîn nûnertiya xwe bikin. Her wiha bang li jinan kir ku beşdarî xebat û avakirina civkê bibin.

​​​​​​​Jinên kedkar 1'ê Gulanê pîroz kir
1 gulan, 2021   01:34
NAVENDA NÛÇEYAN

1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê ye. Li gelek weletan ev roj wekî roja vejandina têkoşîna kedkaran tê pîrozkirin,  ji ber ku kedkar beşê herî zêde aktîf e û kedê didin.

Jinan para xwe ji cejnê wergirt û di hemû qadan de; pîşeyî, çandinî, perwerde, aborî, xizmetguzarî û tenduristiyê kar dikin.

Li aliyekî din jî sazî, koperatîf û projeyên taybet bi jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê li pêşiya jinan vekir û rola wan geş kir, di heman demê de derfetên kar ji bo jinan peyda kirin, da ku xweseriya xwe ava bikin.

Bi vê boneyê jinên kedkar ên li Minbic, Heleb û Şehbayê nêrînên xwe ji ANHA`yê re parve kirin.

ꞌDIVÊ JIN BEŞDARÎ XEBAT Û AVAKIRINA CIVAKÊ BIBIN'

Endama rêveber  a Nivîsgeha Jinan a Komîteya Şaredariyan a bajarê Minbicê Leyla Cumaa 1'ê Gulanê li tevahî jinên karker û kedkaran pîroz kir û got:"Piştî ku Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, jinên bajarê Minbicê di nava sazî û rêveberiyan de û di qadên jiyanê de isbata xwe kir, bi taybet jinên kedkar ku rola wan di aktîfkirina civakê û pêşxistina wê de heye."

Leyla Cumaa ev li gotina xwe zêde kir: "Li Minbicê jinan gelek zehmetî kişandin, di nava dîwarên malê de bû û bê kar bû, rola wê tenê kirina karên malê û xwedîkirina zarokan bû, lê îro bi beşdarbûna nava rêveberî û komîteyên wê re rola wê diyar bû û di qadên aborî, çandî û civakî de xwe baş bi rê ve dibe."

Di dawiyê de Leyla Cumaa bang li jinan kir ku bixebitin, isbata xwe bikin û tev li avakirina civakê bibin.

'JINÊN KEDKAR DI QADA TENDURISTIYÊ DE LI HEMBERÎ XETERIYA KORONAYÊ ISBATA XWE KIR'

Endama Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Xeyriye Hebeş 1`ê Gulanê li tevahî jinên kedkar ên cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku sala nû sala bibe sala misogerkirina mafên hemû kedkaran.

Xeyriye got: "Ev roj rojeke pîroz e û asta serkeftin û destkeftiyên ku kedkaran pêk anîne diyar dike,  pêşketinên ku di qadên jiyanê de çêbûne berhemên têkoşîna kedkaran e."

Têkildarî rola jinên kedkar a di vê rojê de Xeyriye Hebeş da zanîn ku li qad û meydanan, bi taybet qadên perwerde û tenduristiyê jinan cihê xwe girt û isbata xwe kir.

Xeyriye Hebeş îşaret pê kir ku di qada tenduristiyê de jinan bi cesaret, israr û bêtirs li hemberî xeteriya vîrusa koronayê sekinin û ji tevahî cîhanê re îsbat kirin ku di erka xizmeta civakî û parastina wê ji nexweşiyan de tu cudahî di navbera her du zayendan de tuneye.

Endama Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di dawiya gotina xwe de diyar kir ku berdewamkirina xebatê û afrînerîyê, rola jina kedkar û kedkar dide der.

ꞌXEBATA ME LI KANTONA ŞEHBAYÊ BERDEWAM DIKEꞌ

Jina kedkar a bi navê Horiyê Mihemed a ji koçberên Efrînê ku li navçeya Ehdasê dimîne û şitlên daran û nebatan diçîne, 1'ê Gulanê li tevahiya kedkaran pîroz kir û destnîşan kir ku di pêvajoya dîrokê de jin bi şoreşa çandiniyê tê naskirin û di Şoreşa Rojava de di sazî û hemû qadan de cihê xwe girt.

Horiyê Mihemed her wiha îşaret pê kir ku wê li Efrînê dar diçand, îro jî li kantona Şehbayê berdewam dike. Di dawiyê de Horiyê got wê û kedkarên din zêdetirî 60 hezar şitlên darên zeytûn û gulan çandine.

(eh)

ANHA