Bi dîmen…dewleta Tirk li pêş çavên hikumeta Şamê û Moskovê sînoran ava dike

Dewleta Tirk a dagirker avakirina sînorên çêkirî yên ji satirên axê yên bilind li nava xaka Sûriyê li nêzî rêya M4 ya Eyn Îsayê didomîn, ew yek jî li pêş çavên leşkerên hikumeta Şamê û yên Rûsyayê pêk tên.

Bi dîmen…dewleta Tirk li pêş çavên hikumeta Şamê û Moskovê sînoran ava dike
30 nîsan, 2021   04:13
EYN ÎSA-ZANA SEYDÎ

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmên ku li bakurê rêya M4 ya Eyn Îsayê ya li başûrê wê dagir kirine, bi 5 baregehên leşkerî ve yên bi dirêjahiya 15 kîlometreyan ve girê bide.

Dewleta Tirk a dagirker  ji Mijdara par ve 5 baregehên leşkerî li derdora bajarokê Eyn Îsayê li hember gundên Xalidiyê, Mielek, Hoşan, Mişêrfê û Seyda yên li ser rêya M4 ya ber bi kantona Kobanê ve ava kirin. Li gel wê jî di encama topbarana hovane ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şêniyên van gundan koçber bûn.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid ji ajansa me re destnîşan kiribû ku kiryara lêkirina sînorên çêkirî li nava xaka Sûriyê, di çarçoveya berfirihekirin û rewakirina dagirkirina van herêman e. Li gel wê jî civaka navneteweyî, bi taybet DYA’yê û garantorê rûsî çavên xwe ji van sûc û kiryarên ku pêk tên re, digirin.

/kr/uploads/files/2021/04/29/210016_2021-4-29-eyn-isa-1.webp

Hikumeta Şamê, tu helwest li hember hewldana dewleta Tirk a dagirker a birîna hermên ku li bakurê rêya M4 hatine dagirkirin, neda. Lê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê di 16’ê Adarê de fikarên xwe li ser tevgerên dewleta Tirk û avakirina baregehan li derdora Eyn Îsayê eşkere kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di mehên borî de, ji baregehên xwe yên li kûrahiya xaka Sûriyê, derdora baregeh û nuqteyên leşkerî yên hevbeş ên leşkerên rûs û hêzên hikumeta Şamê yên li ser rêya M4 topbaran kirin, lê hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê bersiva êrişan neda.

(fr)

ANHA