Li 2 dibistanên Şedadê xebatên sererastkirinê

Komîteya Dibistanan a Şedadê dest bi mezintirîn xebatên sererastkirinê li 2 dibistanên navçeyê kir ku tê payîn bi destpêka sala nû re deriyên xwe li pêş xwendekaran vekin.

Li 2 dibistanên Şedadê xebatên sererastkirinê
30 nîsan, 2021   06:51
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Komîteya Dibistanan a girêdayî Komîteya Perwerdeyê ya Şedadê hewl dide hejmareke mezin a xwendekaran pêşwaz bike û xebata perwerdeyê li herêmê bi ser bixe.

Di wê çarçoveyê de komîteyê dest bi sererastkirina dibistanên ku ji ber şerên li navçeyê hatine wêrankirin, kir. Ji ber çeteyên DAIŞ’ê ew dibistan wek baregeh bi kar dianîn.

Komîteyê xebatên xwe li dibistanên Ebî Qasim El-Şabî û Cirmuz ên li gundewarê başûrê navçeyê dan destpêkirin.

Dibistana Ebî Qasîm a li taxa başûrê navçeyê ye di 1990’î de hatiye avakirin û tê de 16 jûrên merheleya seretayî hene û ji du qatan pêk tê. Her wiha tê de li jêrzemînê nivîsgeha rêveberiyê û nivîsgeha dibistanê hene.

Dibistana Cirmuz li başûrê navçeyê ye û bi 10 kîlometreyan dûrî navenda wê ye. Ev dibistan 3 qat in, ji mezintirîn dibistanên li navçeya Şedadê ye û tê de 20 jûr hene.

Gerînendetiya Komîteya Perwerdeyê ya Şedadê Mihemed El-Cerad piştrast kir ku wan yekser dest bi xebatên sererastkirinê û restorakirinê li dibistanên Cirmuz û Ebî Qasim El-Şabî, kir. El-Cerad da zanîn ku bi amadekirina van dibistanan re, dê gelek xwendekaran pêşwazî bikin û dê xwendekar li gorî xweparastina ji pandemiya vîrusa Koronayê, girtekên tenduristiyê pêk bînin û hejmara xwendekarên di dibistanên din de kêm bikin.

El-Cerad eşkere kir ku dê bi sererastkirina van dibistanan re Komîteya Perwerdeyê ya Şedadê mamosteyan erkdar bike.

El-Cerad da zanîn ku niha ji ber biryara şaneya aloziyê ya pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê, xebatên perwerdeyê hatine rawestandin.

El-Cerad destnîşan kir ku li herêma başûr a kantona Hesekê alavên elektronîk ên perwerdeyê kêm in û ev jî dihêle xwendekar ji perwerdeyê qut bibin.

124 dibistan girêdayî Navenda Perwerdeyê ya Şedadê hene û li ser 5 xetan hatine belavkirin; Navçe, Xeta Hine, Xeta Herîrî, Xeta Edle, Xeta Ebû Fas. Di van dibistanan de nêzî 21 hezar xwendekarên seretayî û hezar û 500 xwendekarên navîn û amadehî hene.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MT_0JCChDX8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>