​​​​​​​Li Iraqê êrişa DAIŞ’: 3 leşker hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê hemwextî hev li Hewîce û Daqoqê êrişî hêzên ewlekariyê yên Iraqê kir. Di encama êrişa çeteyan de 3 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Iraqê êrişa DAIŞ’: 3 leşker hatin kuştin
30 nîsan, 2021   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser hêzên Iraqê dewam dikin. Duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Daqoq êrişî ser nuqteyeke kontrolê ya hêzên Iraqê kir.

Rojnewsê ragihand ku dema ku polîsên Daqoqê bi hewara leşkerên Iraqê diçin, dikevin kemîna çeteyan û di encamê de 2 polîs tên kuştin. Di heman êrişê de 6 endamên din ên hêzên ewlekariyê jî birîndar bûn.

Heman şevê çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyeke kontrolê ya li gundê Amgisîr ê rojhilatê Hewîce jî kir. Di encama êrişa li vir de jî çekdarekî Heşdî Şebî hate kuştin.